ZIMANÊ DAYIKÊ-4

Tirkiye ne welatekî etnîkî yê homojen bû, lê belê îdeologên Kemalîst nasnameyeke taybet a nijadî, etnîkî û netewe afirandin. Hemî îdeologên wê demê û hinek ên nuha îdîa kirin ku Tirkiye Tirk bû. Di nîqaşa Cumhuriyetê de, her çend tê gotin ku peyva "Tirk" ji bo nasnameyeke mezin a serbixwe ku hemû tiştên çandî û etnîkî yên civakê be jî, lê di rastiyê de wateya "Tirk" ev bû ku pejirandina yek nasnameya etnîkî, li ser hemû nasnameyên din ên etnîkî hate ferzkirin.

Mîmarên projeya Tirkbûnê îddîa kirin ku "Tirk" wekî serbilindî ye û kesên ne Tirk jî, xwedî kêmasî, windahî û heta wekî rewşeke şerm in! Mînak, Mahmût Esad Bozkûrt dibêje: “Divê şoreşa Tirk di destê Tirkên orjînal de bimîne… Tirkekî herî xirab ji yekî ne Tirk çêtir e. Berê bextreşiya Împaratorîya ‘Usmanî ew bû ku ji xeynî Tirkan kesekî din bi piranî li çarenûsa xwe hukumdar bû."

Bozkûrt wiha dewam dike: “Bila karên dewleta Tirk ji bilî Tirkan nedin kesekî din. Divê karên dewleta Tirk ji xeynî Tirkê safî ji hêla kesekî din ve neyê girtin... Dê teqez Tirk di karûbarên dewleta Komara Tirkiyeyê ya nû de bibin berpirsiyar. Em ji xeyrî Tirkan pê ve ji kesî bawer nekin."

Bozkûrt jibo hilbijartinên berî 1931ê weha xîtabî ehlê Odemişê dike: “Fikra min, raya min ev e ku him heval û him jî dijmin divê guhdarî bikin, axayê vî welatî Tirk e. Mafê kesên ne Tirk li welatê Tirkan heye, ew jî ev e ku bibe xizmetkar, bibe kole."

Kesên damezrîner ên komara nû, gelek caran fikrên weha anîne ziman. Me’na peyva wan ev e: Ji xeyrî Tirkên heqîqî, kesên din nikarin ji bereket û îmkanên dewletê îstîfade bikin û ewê têkevin bin asîmîlasyonê.

Di sala 1926an de, di Kongreya Duyemîn a Germavên Tirk de, Îsmet Înonu biryara xwe ya derbarê vê mijarê de bê şik û guman diyar kir:

"Em eşkere neteweperwer in û yekitiya me tenê neteweperwerî ye. Hêmanên din (civakên etnîkî) di pirraniya Tirkan de tu nufûza wan tune. Wezîfa me ev e ku em li welatê Tirkîyê yên ne Tirk behemehâl bikin Tirk. Emê, civatên ku wê dijminatiya Tirk û Tirkan bikin qut bikin û bavêjin. Ji wesfên kesên ku wê xizmeta welêt bikin, ya ku em di serî de dixwazin Tirkbûn e."

Bi vê sîyaseta nîjadperest, Kurd bi temamî hatin înkarkirin. Perwerdahîya bi zimanê Kurdî hat qedexekirin. Hetanî axaftina Kurdî jî yasax bû. Gotin divê xwendina azanê û kirina ‘ibadetan bi Tirkî bên kirin. Bi vî awayî zen kirin ku ewê Kurd nasnameya xwe ji bîr bikin û dev ji zimanê xwe berdin.

Bediuzzaman ji vêya re got "hovîtiya pêvajoyê" û bi vê cewabê red kir: "Heke we milletbûna Kurdan, ku bi mîlyonan endamên wan hene û ku bi hezaran salan milletbûn û zimanê xwe ji bîr nekirine û ku bûne hemwelatiyek rastîn a Tirkan û hevalên berê yên cîhadê ne, û li ser vêya hûn rabin piştî wê, milletbûna Kurdan ji holê rakin û zimanê wan bidin jibîrkirin, vê pêşniyara we ji bo kesên ku wekî hêmanên cuda wekî me têne hesibandin, usûla wehşîyane ye… Wekî din, ew tenê keyfî ye. Kêfa şexsa re tebaiyet nayên kirin û em jî nakin!"

Erê, beşa azanê û îbadetê ya ku "hovîtî" bû, di dema serokwezîr ‘Ednan Menderes de hat bidawîkirin. Lê mixabin, qedexeya li ser perwerdehiya bi zimanê dayikê, heya îro jî berdewam dike. Îro, her çend di bin navê qursên bijarte de qedexe hinekî nerm bûbe jî, lê perwerdehiya bi zimanê Kurdî li dibistanan bi rêk û pêk derbas nebûye. Rastiya ku mamosteyên Kurd nayên peywirdarkirin ev e ku bûyer li dû xwe hiştine.

Wekî ku hûn jî dizanin, qedexekirina perwerdehiya bi zimanê dayikê li dijî Qur’anê ye û ziddî helwesta Pêxember (‘e.s) û dûrî fikr û daxwazên zanayên Îslamê yên mîna Bedîuzzeman Seîdê Kurdî ye. Divê hukûmet bi wekhevî nêzîkî hemî zimanan bibe û ji asta dibistana seretayî dest bi perwerdehiya bi Kurdî bike û divê zarokên Kurd mîna zarokên Tirk, karibin serbest bi zimanê dayikê perwerdehiyê bibînin.

Se‘îdê Kurdî û "Du Ziman"

Gava Bedîuzzeman projeya Medresetuzzehra anî rojevê, wî formula xwe ya ji bo zimanê perwerdehîyê wekî "Zimanê Erebî wacib, Kurdî destûr, Turkî hewce" anî ziman. Erebî hewce bû ji ber ku berî her tiştî, kîtaba me ya pîroz bi Erebî ye û çavkaniyên sereke yên çanda Îslamî bi vî zimanî hatine nivîsandin. Wekî din, yek ji êlên ku di civaka îslamî de xwedî cihekî pir girîng, Ereb bûn. Tirkî jî bi heman rengî hewce bû. Ji ber ku ev zanîngeh wê li welatekî ku zimanê fermî Tirkî ye bê sazkirin û ewê jî xizmeta Tirkan bike. Perwerdehîya bi zimanê Kurdî jî ji bo gihandina zarokên Kurdan girîng bû. Bedîuzzeman di ciyek din de îfade dike ku perwerdehîya bi zimanê dayikê, wê şopên wekî "neqşa li ser kevir" bihêle ku mufredat pêşî bi zimanê dayikê û paşê jî bi zimanê fermî bê dayîn.

Beriya her tiştî, nêzîkatiyek heye ku pirsgirêkên di warê perwerde û ragihandinê de cî digrin, pêdiviyên derûnnasiya mirovî û civakî derdixin pêş çavan. Li aliyekê Tirkî, zimanê fermî ye, ev rastî heye; li aliyê din jî, dibêje ku nabe zimanê dayikê wekî rastîyeke tebîî bê paşguhkirin.

Di vê pirsgirikê de di serî de dewlet, her kesê ku beşdarî vê pirsgirêkê bûbû, nêzîkatiyên Bedîuzzaman bingeh bigirtana, wê nîqaş û pevçûneke "du zimanî" çênebûya. Lê mixabin di serî de dewletê, axaftina bi zimanê dayikê ya Kurdî qedexe kir. Bi taybetî dema avabûna komara nû, axaftvanên Kurd rastî zordestiyeke dijwar bûn ku mîna sûcekî mezin kiribin. Di atmosfereke weha de, nedihat hêvîkirin ku mijarên wekî weşan û perwerdehiya Kurdî li hev werin.

Di “pêvajoya çareseriyê” de meyla giştî ber bi azadbûnê ve pêş ket. Kilam û stranên Kurdî di kanala dewletê de hatin gotin û bi merhela pey re weşana bi Kurdî dest pê kir. Qursên Kurdî rewac nedît, lê li zanîngehan dest bi vekirina beşên Kurdî hat kirin. Di saziyên xwendina navîn de qurseke bijare ya Kurdî hat destnîşankirin. Lê mamosteyên zimanê Kurdî, bi hejmara têr nayê, ji çend heban pêvetir nehatin tayînkirin.  Ji ber guhertina siyaseta hukûmetê û pêşvebirina xeberdaneke mîllî, rêvebirên dibistanan di hilbijartina qursên Kurdî yên bijarte de dudil in. Dê û bav jî li hember vê yekê xemsar dimînin. Bi rastî piştî “pêvajoya çareseriyê” bi dawî bû, dewlet dîsa hêdî hêdî vedigere ser ‘eyarê fabrîqê!

Ya durûtî jî ev e: Ji bo li welatên Ewropî, nexasim li Almanyayê ku gelek Tirk li wan dijîn dema ku heqê perwerdehiya bi zimanê zikmakî ya zarokên Tirk tê rojevê û tê diyarkirin, çima heman tişt ji bo Kurdên li Tirkiyeyê nayê gotin? Helbet hejmara welatiyên Tirk li wir ne hindik e, lê Kurdên li Tirkiyeyê jî pirin û faktoreke sereke ne. Revîna ji pirsgirêkê ne çare ye. Mantiqeke wusa dighîne encameke pir ecêb û dijberî: Li derve mafê hêmaneke kêmjimar pêwîste, lê li welêt yê gelekî ne pêwîste!

Ji ber vê yekê, divê ev pirsgirêk bi formulên hevseng û realîst ên li ser eksena mirovahî û pedagogî bê helkirin, ji helwestên şîddetê û sînorên dûr ku çareseriyê derengtir dixin û aloz dikin, bên veqetandin.

KELHAAMED

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.