Zimanê kurdî li nasnameyan tê zêdekirin
Hewlêr, 9 Adar (AKnews) – Rêvebirê giştî yê nasname, pasport û nişîngeha Herêma Kurdistanê, Nizar Rehmetula, diyar kir, dê li kêleka zimanê erebî, zimanê kurdî jî li ser nasnameyên welatiyan bê zêdekirin.
Piştî ku zimanê kurdî li ser pasportên welatiyên Iraqê hati zêdekirin, hewl hat dayîn bo ku nasname û pênaseyên taybet jî bibin kurdî.
Li bara vê yekê de, rêvebirê giştî yê nasname, nişîngeh û pasportê yê Herêma Kurdistanê, Nizar Rehmetula, ji AKnewsê re got, her tişt hatiye amadekirin, tenê îmzeya wezîrê navxwe yê Iraqê maye ku ew jî ji ber ku heta niha wezîrê navxwe nehatiye destnîşankirin, pêk nehatiye.
Rehmetula, diyar kir, me nimûneyên nasname û pênaseyên taybet ku li kêleka zimanê erebî de zimanê kurdî jî heye, amade kiriye û em li benda rewşa Bexdayê ne ku wezîrê navxwe bê destnîşankirin û îmze bike.
Nizar Rehmetula, got, ev biryar dê îsal bê cîbicîkirin.
Li gorî destûra Iraqê, zimanê kurdî jî wek zimanê erebî zimanê fermî ye û divê li hemû cihekî û li ser hemû nasnameyan bê bikaranîn.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.