
Zorbatîya Qadîrov
Ramazan Qadîrovê serokdewletê Çeçenistanê, di dijminantiya Îslamê de tu sînorî nas nake. Qûqla Rûsyayê li ber tesettura Îslamê herb vekir.
Rûsyaya îşgalker û zalim, ji bona rê li ber mucadela azadiyê ya xelkê Çeçenistanê bigre, qûqla Ahmed Qadirov wek serokdewletê Çeçenyayê tayîn kiribû. Piştî ku Ahmed Qadîrov di 2004an de ji aliyê mucahîdên çeçen ve hat kuştin, Rûsyaya îşgalker kurê wî Ramazan Qadîrov tayînî ciyê wî kir.
Ramazan Qadîrov di zulm û dijminantiya Îslamê de bavê xwe derbas kir û ji aliyê zalimê Pûtîn ve bi xelata Qehremaniya Federasyona Rûsyayê ve hat xelatkirin. Qadîrov bi faşîzma xwe ya tekpartîtiyê li ser erda Çeçenyayê zulm û wehşet rast kirin. Serweta mîllî ya Çeçenan di fêlên xwe yên bêexalqî de serf kirin.
Zalimê Qadîrov di dewrên dawîn de bi zulma xwe, îşkenceyên Rûsan jî derbas kir. Bi destê xwe li muslumanên berxwedêr îşkence dike. Bi gotinên xwe yên dawîn alema Îslamê xist dehşetê.
Zalim û wehşîyê Qadirov got ku ew ê destê xwe dirêjî peçe û tesettura jinên musluman bike. Xelkê Çeçen û qamû êdî dizane ku tu eleqa Qadîrov û Îslamê bi hev nemaye. Ev gotinên wî yên bêexlaq û bêşeref, li Çeçenistanê bi tevgerên wî li hev in. Lewra tê gotin ku jinên musluman jî digre û binçav dike û ji wan êdî tu salox nayê hilanîn. Tê meraqkirin ku gelo ew ê xelkê Çeçen û qamû, ji van bêexlaqiyên faşîst re çavên xwe bigrin an na.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.