350 Filistînî Hatin Tirkiyeyê
350 Fılıstînîyên ku jı ber şerê nav sûrıyê, jı qampa multecıyan a yermûkê revîyabûn helebê, derbasî kılîsê bûn.
350 filistîniyên ku ji Qampa Penaberan a Yermûkê reviyabûn û hatibûn li Helebê bi cî bûbûn, li ser êrîşên yekîneyên rejimê xwe sipartin Tirkiyeyê.
Multeciyan bi eşyeyên ku bi xwe re anîbûn, derbasî Tirkiyeyê bûn û bi îmkanên xwe ve li Deriyê Sînor ê Öncüpinarê kon vegirtin.
Besam Şîrîhê filistînî diyar kir ku di êrîşên hewayî yên ordiya Esed de xaniyê wan hilweşiyaye. Şîrîh destnîşan kir ku ji Helebê revîyane û xwe sipartine Tirkiyeyê. Pir zehmet kişandine. Malavahiya Tirkiyê kir û hêvî kir ku vegerin welatê xwe.
Ebu Mihemed jî diyar kir ku jiyana xwe di konan de didomînin. Li Helebê pevçûn dewan dikin û kurekî wî di şer de miriye. Niha rewşa wan ne baş e.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.