Agirbesta Ji Bo 72 Saetan

Agirbesta Ji Bo 72 Saetan

Lı qahîreya paytexta mısrê, dı hevdîtınan de îsraîla rejîma terorê û grûbên fılıstînî, careke dın jı bo agırbesteke 72 saetan lı hev kır. agırbestê jı nîvê şevê pêve dest pê kır.

Li ser gaziya Misrê, Îsraîla melûn û xusran û grûbên Filistînê, ji bo agirbesteke 72 saetan li hev kir. Agirbestê ji nîvê şevê pêve dest pê kir.
Wezareta Karên Derveyê ya Misrê ya îdara cûntayê, di beyana nivîskî de wiha got: “Ev agirbesta nû, ji bo pêkanîna alîkariyên însanî, ji nû de amadekirina sazkirina binesaziyê tê kirin. Divê di vê demê de ji bo agirbesteke daimî ya di navbera aliyan de, muzakere bên domandin.”
Endamê heyata Filistînê ya li Misrê û alîkarê sekreterê giştî yê Cepheya Rizgariya Filistînê ya Demokratîk Qays Ebdulkerîm da zanîn ku gihandina Misrê ku agirbesta 72 saetan qebûl kirine.
Serokê heyeta Filistînê û ji rayedarên payebilind ên hereketa Fetîhê Azzam el-Ehmed îfade kir ku li gorî Misrê, heyeta Îsraîla rejîma terorê ji bo muzakereyan li Qahîreyê ye.
Heyeta Filistînê di nav şertên xwe de vana rêz dikin:
Bila lîman û firogeh bên avakirin. Ambargoya li ser Ğezzeyê rabe. Ordiya siyonîst Îsraîlê vekişe pozîsyona beriya 7ê Temûzê. Masîvanên Ğezzeyê serbest masîvaniyê bikin. Girtiyên beriya Osloyê û digel grûba 4an bila parlementerên girtî jî bên berdan û Îsraîl li ser van şertan bisekine.
Rejîma terorê, di bedêla ji nû de avakirina Ğezzeyê, dixwaze Ğezze bê bêçekkirin ku hêla Filistînê vê şertê qebûl nake.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.