Artêşa Iraqê û Pêşmerge bi hevra li DÎŞI dixin

Artêşa Iraqê û Pêşmerge bi hevra li DÎŞI dixin

Li cûrbecûr herêmên Iraqê şerê di navbera DÎŞI û grûbên çekdar de didome.

Li cûrbecûr li Kurdistanê û herêmên Iraqê şerê di navbera DÎŞI û grûbên çekdar de didome.

Di şer de 5 kes hatin kuştin. Emrîqayê jî ji bo ku bendava Misûlê bidest bixe, dest bi êrîşên hewayî kir. Hêzên Iraq û Pêşmerge jî, ji bejahîye ve destekê didin êrîşan.

Wezîrên Karên Derve yên welatên Yekîtîya Ewropayê, şandina çekan ya ji Pêşmergeyan re tesdîq kir.

Wezîrên Karên Derve yên welatên Yekîtîyê li Brukselê hatin cem hev û ji bo ku li ber DÎŞIyê şer bike, li ser şandina çekan ya ji pêşmergeyan re li hev kirin.

Di civîna ku 28 wezîr beşdar bûn û nêzî 3 saetan dewam kir de, nexasim Fransayê dixwest ku Yekîtiya Ewrûpayê bi hev re sîlehan bişîne Iraqê. Lê beşdar li ser vê mijarê li hev nekirin. Lê belê lihevkirin pêk hat ku piştî ev welat bi hikûmeta Iraqê re li hev bikin, di şandina sîlehan de tu pirsgirêk tune ye.

Reva ji herêmên ku pevçûn lê heye jî didome. Li gorî beyana Neteweyên Yekbûyî hejmara êzîdiyên ku li çîyayê Sîncarê ne daketiye hezarî. Li gor agahiyên Komîserîya Bilind ya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, di 6 rojên borî de nezî 80 hezar êzîdî hatine xelaskirin û pirê wan birine qampên multecîyan ên li bakurê Sûriyeyê.

Dengê Xana Axpar

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.