Bertekên Li Ber Jenosîda Îsraîlê
Lı seranserê dınyayê lı ber êrîşên rejîma terorê, bertek tên nîşandan. lı pakıstan, belçîka, hollanda û erîkaya başûr jı bo ğezzeyê destek hatın nîşandan.
Jenosîda Îsraîla leîn, li Pakistanê hat protestokirin. Bi hezaran kes li herêma Feyzabada paytext Îslamabadê, bi slogana “Lebbeyk ey qibla me ya ewil” civiyan
Rêberê Cemaeta Îslamî Sîracul Heq û wezîrê Eformasyonê Perwez Raşîd jî tevlî protestoyê bûn. Di protestoyê de sloganên li dijî Îsraîla siyonîst û Emrîkaya îşgalker qut nebûn.
Perwez Raşîd da zanîn ku wê 17ê Tebaxê li Pakistanê wek Roja Filistînê bê yadkirin û ev yek jî ji aliyê hikûmetê ve hatiye tesdîqkirin.
Lîderê Cemaeta Îslamî Sîracul Heq jî di xeberdana xwe de beyan kir ku dinyayê têra xwe li ber zulma Îsraîlê ya li ser Ğezzeyê, bertek û nerazîbûn nîşan nedaye.
Li Bruksela paytexta Belçîkayê, bi navê “Meşa Sipî ya ji bo Filistînê” bi protestoyekê êrîşên Îsraîlê hatin telînkirin. Grûba ku di pêşîvantiya komelên Filistînê de civiya, alayên Filistînê hilgirtin, di aleyhê Îsraîlê de slogan avêtin. Gelek jin jî tevlî protestoyê bûn. Grûbê bi sedan balonên sipî ber bi hewayê ve berdan. Di xeberdanên Frensî û Flemencî de, hat îfadekirin ku Îsraîlê sûcên herbê kirine û divê bê mehkemekirin.
Her wiha li Hollandayê jî zulma siyonîst hat şermezarkirin. Protestovan bi panqartên “Ji Filistînê re Azadî” “Boykota li ser Îsraîl”, “Bila qetlîam bi dawî bibe”, “Bila êrîşên li ser Ğezzeyê bi dawî bibin” meşiyan. Cûrbecûr saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî, destek dan mîtîngê û ji bo xelkê Ğezzeyê piştgirî nîşan dan. Hinek saziyên sivîl ên ku li seranserê Hollandayê fealiyetan dikin, ji bo Ğezzeyê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Pereyê ku bên komkirin, ew ê ji Ğezzeyê re bê şandin.
Li Efrîkaya Başûr jî bi sed hezaran kesî êrîşên Îsraîla rejîma terorê yên li ser Ğezzeyê protesto kir. Hat gotin ku ji qedîna rejîma Apertheîda ku xwe dispêre serdestiya irqa sipî û vir ve, li welêt meş û protestoya herî mezin hat rastkirin. Meş û protesto ji aliyê grûba bi navê “Ji Bo Filistînê Koalîsyona Mîllî” ve hat lidarxistin.
Li Cape Towna ku yek ji 3 paytextên Cimhûriyeta Efrîkaya Başûr e, gelek misluman bi armanca jenosîda Îsraîlê ya li ser Ğezzeyê protesto bikin û rakirina ambargoyê daxwaz bikin meşiyan. Protestovanan alayên Filistînê hilgirtin û xwestin ku derhal agirbest bê kirin, sivîl neyên hedefkirin, ji ber ku sûcên herbê kirine Îsraîla siyonîst sewkî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bibe.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.