Betona Înşaetê Hat Xwarê
Betona înşaeta merkeza xwendekaran a ku dı nav sehaya zanîngeha dîcleyê de nû dıhat lêkırın hat xwarê. dı hedîseyê de 2ê wan gıran 4 karker bırîndar bûn.
Betona înşaeta avahiya Merkeza Xwendekaran a ku li nav sehaya Zanîngeha Dîcleyê nû dihat lêkirin, hat xwarê. Hedîse di saet 12an de pêk hat.
Li gorî agahiyan înşaeta merkeza xwendekaran nû dihat lêkirin. Betona qatê ewil pey ku hat reşandin, îskeleyê hilnegirt û beton hat xwarê. Di heyama ketinê de, karkeran hewla rev û dûrketinê dan, lê 4 karker di bin hilweşînê de man.
Li ser hedîseyê tîmên tenduristiyê û AFADê hatin herêmê û karker ji bin hilweşînê derxistin. 4 karker rakirin Nexweşxaneya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê. Ji wan rewşa 2 kesan giran e.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.