Beyanata Îsmaîl Henîyye
Alîkarê serokê hamasa hereketa berxwedana îslamî îsmaîl henîyye, lı ser êrîşên rejîma terorê, şehadeta 3 qomandarên îzzeddîn qessam û qaşo agırbestê xeber da.
Alîkarê serokê polîtburoya Hamasa Hereketa Berxwedana Îslamî Îsmaîl Heniyye, hedîseyên dawîn nirxandin.
Henîyye li ser şehadeta 3 qomandarên Îzzeddîn Qessam wiha got: “Tarîxa Hamasê gelek caran nîşan daye ku Hereketa Berxwedana Îslamî, bi şehadeta qomandaran bêtir xurt û hêzdar bûye. Ji ber ku qomandarên me ji nav me çûne em bi huzn in. Lê bila her kes bawer bike ku rêya me ya bi zaferê bêtir qewî bûye.”
Îsmaîl Henîyye li ser êrîşên dawîn ên Îsraîla rejîma terorê jî wiha got:
“Îsraîla siyonîst ji destpêka êrîşan û heta niha li ber Tûğayên Qessam û grûbên berxwedanê yên din, bedelên giran dan. Grûbên berxwedanê kîbra ordiya Îsraîla siyonîst xist bin lingan.”
Henîyye li ser xebatên agirbestê yên di navbera grûbên Filistînê û Îsraîla siyonîst de jî wiha îfade kir:
“Kesên ji bo agirbestê dibin navbeynkar, bila xiyaneta Îsraîla siyonîst, nexwedansoziya wê û ji aliyê wê ve kuştina jin û zarokan tevî hesabê bikin. Ew ê xelkê Filistînê û grûbên berxwedanê, agirbesteke ku sekinandina êrîşan û rabûna ambargoyê nehewîne qebûl nekin.”
Lîderê Hamasê Xalid Meşal jî da zanîn ku êrîşên Îsraîla çeteya terorê yên li ser Ğezzeyê ku ev serê 45 rojan dewam dikin, jenosîd e. Meşal weha dewam kir: “Îsraîla îşgalker, ev serê 45 roja ye ku li Ğezzeyê zarokan dikuje, awahiyan, camîyan, mektebên Neteweyên Yekbûyî û nexweşxaneyan bombe barandin dike. Di van êrîşan de nêzî 10 hezar kes birîndar bûn, 2 hezar kes şehîd bûn. Çarîyekê qurbanan zarok in û çarîyek jî jin û êxtiyar in. Holokosta heqîqî ev e. Ev dijmin weka kirinên Hîtlerê ku bi dehan salan berê kiribûn dike. Îro em bi nazîzmeke heqîqî re rûbirû ne.”
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.