Beyanata Wezareta Karên Derveyê
Wezareta karên derve ya tırkıyê, dı heqê îddîaya ku elmanyayê tırkıye guhdarî kırıye de beyanat da. hat gotın ku eger guhdarîkırın rast be rewşek e wehîm e.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê, di heqê îdiaya ku îstixbarata almanan, Tirkiye guhdarî kiriye de beyanatek da û wiha hat îfadekirin: "Eger îddia piçek jî rast be, ji aliyê Almanyayê ve rewşa wehîm a ku divê bê eşkerekirin diqewime. Di nav dost û mutefîqan de, divê pêbawerî û hurmet esas be, di rewşeke wiha de tetbîqatên wiha bi tu awayî nayên qebûlkirin."
Wezareta Derve ya Tirkiyeyê bi beyanê diyar kir ku îddiayên der barê fealiyetên Îstixbarata Federal yên li ser Tirkiyeyê yên ku pêr di medyaya almanan de cî girtiye de, dibe sedema fikaran.
Di beyanatê de hat diyarkirin ku ev tevger bi tu awayî li têkiliyên mutefîqî û dostaniya dîrokî ya di navbera Tirkiye û Almanyayê de nayê. Hat gotin ku wê ev tevger zirarê bide micadela bi rewşên ku îstiqrar û ewlehiya navneteweyî dixe nav talûkeyê.
Kovara Der Spîegel a almanan nivîsîbû ku serwîsa îstixbaratê ya Almanan ji sala 2009an heta niha bi telîmata hikûmetê, der barê Tirkiyeyê de xebatên guhdarkirina îstixbaratî dewam dike.
Li ser îdiayên der barê fealiyetên guhdarkirin û îstixbaratê de, Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bangî sefîrê Almanyayê yê Enqerê kiribû.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.