Bûyerên Licê

Bûyerên Licê

Serokatıya sererkanıyê, lı ser hedîseyên lıcê beyanata nıvîskî weşand. lı alıyê dın hat gotın ku jı ber hedîseyan lı ser rêya dıyarbekır û çolîgê, 2 otobos û wesaîtek hatıne şewıtandın.

Danê sibehê tîmên cendermeyê çûbûn li Sîsîya gundê Licêya Diyarbekirê, peykerê Mahsûm Korkmaz rakiribûn. Di bûyeran de kesek miribû û kesek jî birîndar bûbû.
Li ser hedîseyan, Serokatiya Sererkaniyê beyanateke nivîskî weşand. Di beyanê de hat gotin ku di heyama rakirina peykerê de, grûbeke Pkkyî ya ku ji 200-250 kesan pêk dihat, bi roket û sîlehên otomatîk û bombeyên desta êrîş kirine, yekîneyên leşkerî jî derhal cewab dane. Di pêkanîna van fealiyetan de êrîş li helîkopterên ku ji hewayê ve emniyeta yekîneyan pêk dianî jî hatiye kirin. Ji ber ku helîkopterên êrîşê cewab dane êrîşan, şer sekiniye. Di du helîkopteran de şûna 6 gulleyan hatiye tesbîtkirin.


Li aliyê din hat diyarkirin ku piştî hedîseyên Licê, mensûbên Pkkê rêya Diyarbekir û Çolîgê girtine, 2 otobos dane sekinandin, pey ku rêwî dane peyakirin agir bi wesaîtan xistine.


Her wiha makîneke kar a Midûriyeta Herêmê ya Rêbejahiyê jî hatiye şewitandin. Ji ber bûyeran rêya Diyarbekir û Çolîgê ji trafîkê re hatiye girtin, çûnûhatin di ser rêya Hênê re pêk tê.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.