Davûtoğlu Dibe Serokwezîrê Nû
Serokwezîr receb tayyîb erdoğan dıyar kır ku kesê wê bıbe serokwezîrê nû û serokê gıştî yê ak partıyê ahmet davûtoğlu ye.
Piştî ku serokwezîr Receb Tayyîb Erdoğan, hilbijartinên serokcimhûriyê qezenc kir, kesê ku wê bibe serokwezîr jî diyar bû.
Ak Partî cara dawîn di serokatiya serokwezîr Erdoğan de, bi meqseda tesbîtkirina serokwezîrê nû civiya.
Civîn nêzî 3 saetan dewam kir. Piştî civîna Heyeta Îdarî ya Merkezê, serokwezîr Erdoğan di civîna medyayî de xeber da û da zanîn ku namzetê wan ê ji bo serokwezîrê nû û serokê giştî yê Ak Partiyê, wezîrê karên derve Ahmet Davutoğlu ye. Erdoğan di axaftina xwe de îfade kir ku di tesbîtkirina navê Davutoğlû de, ezma mucadeleyê ya li ber rêxistina paralelê jî tesîr kiriye.
Ahmet Davûtoğlu jî mesajên xwe yên ewil li eynî salonê da. Di xeberdana xwe ya malavahiyê de mesaja yekîtiyê da, ji teşkîlatê destek xwest û îfade kir ku wê li ber rêxistina paralelê mucadele berdewam be.
Ew ê serokatiya giştî ya Davûtoğlu, di 27ê Tebaxê di kongreya Ak Partiyê de bibe resmî. Di kongreyê de nayê texmînkirin ku ji ğeyrî navê ku îdara partiyê tesbît kiriye namzetên din derên.
Gava ku Erdoğan di 29ê Tebaxê de wezîfeya serokcimhûriyê ji Abdullah Gul dewr bigre, ew ê Davutoğlu jî bi avakirina hikûmeta nû bê wezîfedarkirin.
Piştî ku navê Ahmet Davutoğlu hat diyarkirin, serokcimhûr Abdullah Gul bi telefonê ew tebrîk kir û jê re serkeftin xwest. Her wiha wezîrên din jî Davutoğlu tebrîk kir û dan zanîn ku wê xizmeta wan dewam bike.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.