Destekên Ji Bo Ğezzeyê

Destekên Ji Bo Ğezzeyê

Jenosîda îsraîla rejîma terorê ya lı ser ğezzeyê û helwesta mısrê ya jı bo derıyê sînor ê refahê, lı lubnan û urdun û xan yûnûsa ğezzeyê hatın protestokırın.

Li Lubnanê grûba ku ji jin û zarokan pêk dihat, li ber sefaretxaneya Misrê ya li paytext Beyrûtê, tewr û helwesta derbekerê Misrê ya der barê Ğezzeyê de protesto kir.
Protestovanan êrîşên Îsraîla xusran ên li ser Ğezzeyê jî telîn kir û gazî kirin ku deriyê sînor ê Refahê acîl bê vekirin. Di aleyhê derbeker Sîsîyê qûqla û zalim de slogan avêtin, alayên Filistînê hilgirtin û panqartên ku hevkariya cûntaya Misrê û Îsraîla rejîma terorê nîşan dide bilind kirin. Di protestoyê de daxuyanî hatin belavkirin ku îdara Misrê ya derbeker bertek nîşanî Îsraîla siyonîst nade, ev sûcê li dijî însaniyetê ye.
Li Ammana paytexta Urdunê jî jenosîda Îsraîlê hat telînkirin. Protesto li ber sefaretxaneya Emrîkayê hat rastkirin. Alîkarê sekreterê giştî yê Îxwana Urdunê Zekî Benî Erşîd û gelek rayedarên Îxwan jî tevlî protestoyê bûn.
Protestovanan, Emrîkaya îşgalker şermezar kir ku desteka maddî dide sîstema parastinê ya fuzeyan ya Îsraîla siyonîst. Protestovanan panqartên ku li ser wan nivîsa “Bila her du destên Ebû Leheb hişk bin, hişk bû jî” hebû hilgirtin û li dijî Îsraîl û Emrîkayê slogan avêtin.
Li Xan Yûnûsa Ğezzeyê jî bi armanca destekê bidin berxwedanê meş hat rastkirin. Bi sedan kes flamayên Hamasê hilgirtin û li dijî Îsraîlê slogan avêtin.
Li aliyê din filistîniyên ku ji ber êrîşên Îsraîla rejîma terorê malên xwe terk kirine, dixwazin vegerin heyata xwe ya normal. Filistîniyên ku xwe spartine mektebên Neteweyên Yekbûyî, li hêviya dema ku vegera malên xwe ne.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.