Divê Ambargo Bê Rakirin

Divê Ambargo Bê Rakirin

Alîkarê serokê polîtburoya hamasê îsmaîl henıyye weha got: “agıbesteke daımî ya bı îsraîlê re, encax bı rakırına ambargoyê mumkun e”

Alîkarê serokê polîtburoya Hamasê Îsmaîl Heniyye, da zanîn ku agirbesteke daimî ya bi Îsraîlê re, encax bi rakirina ambargoya li ser Ğezzeyê mumkun e.
Heniyye di televîzyona el-Eqsayê de di bernamekê de weha got: “Xelk û qurbanên Filistînê, destûrê nadin ku heq û daxwazên xelkê Filistînê bibin mijara bazarkirinê. Tehdîdên Îsraîla qatil, dibin sebeb ku em xwe zêde bi daxwazên xelkê xwe ve bigrin. Di serê van daxwazan de rakirina ambargoyê heye. Em destekê didin heyeta filistînê ya ku ji bo muzakereyan li Qahîreyê ye. Em pê bawer in ku wê heyet serê xwe ji şantajan re netewîne.”
Îsraîla siyonîstê xusran, ji 7ê Temûzê vir ve ji hewa, behr û bejahiyê ve êrîşî Ğezzeya ku bi salan e di bin ambargoyê de ye dike. Di van êrîşan de heta niha nêzî 2 hezar Filistînî şehîd bûne,  zêdetirî 10 hezar kes jî birîndar bûne.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.