Dixwazin Însanan Bikin Dijminê Hev

Dixwazin Însanan Bikin Dijminê Hev

Lı tırkıyê dı çend mehên dawîn de, mexsûs dıjmınantıya muhacırên sûrıyeyî tê kırın. hat haydarkırın ku bıla însan bı vê hîleyê neyın xapandın.

Li Intabê di navbera ciwanekî Tirkiye û yekî muhacirê Sûriyeyî de pevçûn derket. Pey pevçûnê hin kesan êrîşî hemû tiştên aydiyên kesê Sûriyeyî kirin. Hedîseyên mîna vêya ku bîna provokasyonê jê tê, li cûrbecûr bajarên din jî, nexasim li deverên ku penaberên Sûriyê li wan zêde ne rojekê erê rojekê na diqewimin.

Grûbên irqçî û netewepererst, bi îddîayên ku ji ber Sûriyeyiyan xelk bêkar maye, multeciyan hizûra xelkê xera kirine, zemînekê hazir dikin, teşebbusên lînçkirinê li hev diedilînin, medya jî vê irqçîtiyê dike normal.

Bila bê zanîn ku multeciyên Sûriyê, beriya her tiştî mexdûrên herbeke xwîndarîyê ne. Merivên xwe, mal û mulk û nasên xwe terikandine û xwe spartine Tirkiyê. Li Tirkiyê bi deh hezaran Sûriyeyî, bê qeyd û sîgortayê bi ucreteke di binê asgariyê de, rojê nêzî 16 saetan dixebitin. Li Tirkiyê sedema bêkariyê, feqîriyê ne multeciyên sûriyeyî ne, kesên ku multeciyên Sûriyê wek hêzakar a erzan dişêlînin, sebeb in.

Ûjdanê Îslamî însanî dixwaze ku meriv bi merhamet li mexdûrên herbê, muhaciran me’mele bike. Di heqîqetê de çavkaniya trajediya ku li Rojhilata Navîn diqewime wehşeta Emrîkaya îşgalker a li Iraqê ye. Ev pêvajoya ku li Iraqê dest pê kir, xwe avêtiye Sûriyeyê jî. Çavkaniya ‘esil a pirsgirêkên multeciyan emperyalîzm e, îşgala Emrîkayê ye.

Em ji bîr nekin ku multeciyên Sûriyê birayên me ne, hemû xelkên ku li Rojhilata Navîn xelkên bira ne. Penaberî heqekî însanî ye.

Divê meriv li ber vê hîleyê haydar be û nebe sebeb ku însan bibin dijminê hev.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.