Elmanyayê Tirkiye Guhdarî Kiriye

Elmanyayê Tirkiye Guhdarî Kiriye

Hıkûmeta elmanyayê qebûl kır ku serwîsa wan ya îstîxbarata derveyê, jı 2009an û vır ve tırkıye guhdarî kırıye. merkeza ku guhdarîkırın lê hatıye kırın jî eşkere bû.

Hikûmeta Elmanyayê qebûl kir ku Tirkiye guhdarî kirine. Rayedarên hikûmetê sedema guhdarîkirinê weha îfade kir:


“Hikûmeta Tirkiyê, bi wasîteya komelên tirk ên li Elmanyayê, dixwest bigihêje armancên xwe yên sîyasî. Gava meriv ji vî aliyê ve dinêre, divê meriv Tirkiyeyê ji welatên Natoyê cûda bigre.”


Her wiha di beyana hikûmetê de wiha hat gotin:
“Tirkiye ne Emrîka ye, ne jî Îngîltere û Fransaya endamê Yekîtîya Ewrûpayê ye. Bûyereke li Tirkiyê, ji nêz ve ewlehiya nav Elmanyayê jî eleqe dike.”
Eşkere bû ku Elmanyayê, ji eyaleta Bavyerayê bi wasîteya peykan Tirkiye guhdarî kiriye.


Li ser îddîaya ku Elmanyayê ji 2009an û vir ve Tirkiye guhdarî kiriye di medyaya Elmanyayê cî girt, Enqere ket alarmê. Alîkarê serokê giştî yê Ak Partiyê Mehmet Alî Şahîn di heqê mijarê de wiha got:
“Der Spiegel di heqê Tirkiyê de xewna bixêr nabîne. Ji ber vê yekê divê em bi tedbîr bin.”


Li aliyê din tê lêpirsîn bê gelo guhdarîkirinên li Bavyerayê, bi operasyonên casûstiyê yên ji aliyê rêxistina paralelê ve hatine kirin re eleqedar in an na.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.