“Em Li Tirkiyê Eskerê Siyonîst Naxwazin”

“Em Li Tirkiyê Eskerê Siyonîst Naxwazin”

“Em Li Tirkiyê Eskerê Siyonîst Naxwazin”

Endamên “Însiyatîfa Em Eskerên Îsraîlê Naxwazin”ê yên ku li ser medyaya sosyalê birêxistin bûne, daxwazname dan komîsyona meclîsê da ku kesên cotwelaîbûna wan heye û bidil tevlî ordiya Îsraîla rejîma terorê bûne, ji welatîbûniya Tirkiyê bên derxistin.

Endamên însiyatîfê li Fatîha Stenbolê, pey nimêja înê civiyan, slogana “Siyonîstên qatil! Ji Tirkiyê biteqizin” avêtin û panqartên “Em li ser van erdan eskerên siyonîst naxwazin” û “Ger tu nebêjî bisekin, ew ê eskerên siyonîst yên destê wan di xwînê de, sibê di nav me de bin” hilgirtin.

Li ser navê însiyatîfê Muhemmed Îkbal Köseoğlu xeber da û got ku siyonîstên qatil ên ku cotpasaporta wan heye, ji îmkanên Tirkiyê îstîfade dikin, ey ‘eybeke reş e.

Kesên beşdar, paşê 1100 daxwaznameyên ku ji cûrbecûr bajarên Tirkiyê hatine komkirin, bi merkeza PTTê ya Fatîhê şandin komîsyona meclîsê.

Dengê Xana Axpar

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.