Endamekî berê yê PKKê li Başûr hat kuştin
Endamekî berê yê PKKê li Başûr hat kuştin
Yek ji endamên berbiçav ên PKKê bi navê Osman Balîç ku sala 2004an ji PKKê veqetiyabû û li Başûrê Kurdistanê dijiya, ji aliyê çekdarên nenas ve hat kuştin. Rayedarekî ewlehiyê yê Başûr dibêje, destê PKKê di vê bûyerê de heye.
Endamê berê yê PKKê Osman Balîç, ku sala 2004an ji PKKê veqetiyabû û li bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê dijiya, şeva 7ê Tebaxa îsal ji aliyê 2 çekdarên nenas ve hat kuştin, di bûyerê de keça wî ya bi navê Rewşen ku 3 salî bû jî hat kuştin.
Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji rayedarekî ewlehiyê yê Zaxo bidest xistine, şeva 7ê vê mehê saet 00:10 2 çekdarên nenas li ser dîwarê hewşa mala Osman Balîç re dikevin mala wî û derbasî odeya xewê dibin û wî bi 6 gulleyan dikujin, dema hevjîna Balîç dixwaze keça xwe rizgar bike gulleyek jî li keçkê dikeve ew jî jiyana xwe ji dest dide.
Wî berpirsê ewlehiyê li ser girtina tohmetbaran jî ji Rûdawê re got, heta niha ti kes ji ber vê bûyerê nehatiye girtin ji ber di demê de ti kesî ew nedîtine û cîranên wan jî hemû raza bûn lê li gorî lêkolînan xuya ye ku hêzeke siyasî li pişt vê bûyerê de ye û ew hêz jî PKK ye ji ber ku Osman Balîç bibû endamê PDKê.
Wî rayedarî da zanîn ku heta niha lêkolîn li ser bûyerê didome û cenazeyê Balîç jî li pijîşkiya dadê ye. Dê di nav çend rojên bê de encamên lêkolînê ji raya giştî re were eşkerekirin.
Li ser endamtiya Osman Balîç di PDKê de berpirsê liqa 8 a PDKê ji Rûdawê re got, dema Osman Balîç hat Zaxo yekser bû endamê PDKê. Ti berpirstiyeke wî ya fermî nebû lê tenê endamê partiyê bû.
Li gorî hinek endam û kadroyên PDKê yên Zaxo, kuştina Osman Balîç terorkirina Azad Dêrikî tîne bîra wan. Azad Dêrikî sala 1992an ji PKKê veqetiyabû û bibû endamê PDKê.
Rûdaw
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.