Êrîşên Îsraîla Çeteya Sîyonîst
Teşkîlata hevkarîya îslamî, dı cıvîna komîteya îcrayê ya berfırehkırî de qırar da ku jı bo fılıstîn alîkarî û desteka navneteweyî bı zêdeyî bê kırın û bajarê ğezze jı nû ve bê avakırın. wezîrê karên derve ahmet davûtoğlû jî plana çalakıyê ya ku jı 7 madde
Teşkîlata Hevkarîya Îslamî, li Cîddeya Sûdî ‘Erebistanê di bînaya sekreterîyê de civîna Komîteya Îcrayê ya berfirekirî li dar xist.
Di encama civînê de bal hat kişandin ku digel Qudsa Rojhilat erda Filistînê ya ku ji 1967an vir ve hatiye îşğalkirin yekperçe ye. Di beyanê de hat îfade kirin ku Îsraîla îşgalker bi fealîyetên xwe yên îşgalê, îxlalkirina hiqûqa navneteweyî û heqên însanan didomîne.
Di beyanê de mucadela xelkê Filistînê ya li ber êrîşên rejîma terorê hat teqdîrkirin û ji doza biheq ya xelkê Filistînê ya ku paytexta wê Quds e, yekîtiya erda wê dihewîne û ji bo qezenckirina heqên xwe yên ku nayên dewirkirin e re desteke tam hat nîşandan.
Hevkarîya Îslamî di daxuyanîyê de anî ziman ku êrîşên leşkerî yên Îsraîla xusran yên li ser Ğezzeyê, yahûdîkirina bajarê Qudsê, blokaja Ğezzeyê, deverên cîyûwarbûnê, cezakirinên komî jî di nav de îxlalên li herêma di bin îşgalê de sûcên herbê pêk tînin, Îsarîlê ciddî hiqûqa navneteweyî û peymana Neteweyên Yekbûyî binpê kirine, îstîkar û aştiya navneteweyî avêtiye talûkeyê û zirareke mezin daye herêmê.
Wezîrê karên derve Ahmet davûtoğl jî plana tevgerê ya ku ji 7 maddeyan pêk tê teqdîmî teşkîlata Hevkariya Îslamî kir ku tê de tê îfadekirin ku ji bo Ğezzeyê alîkariyên însanî zêde bibin, ji bo li Ğezzeyê agirbesteke daîmî pêk bê hewl û xebat zêde bibin, êrîşên Îsraîla rejîma îşgalker bisekinin û Ğezze ji nû ve ava bibe.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.