Êrîşên Îsraîla Çeteya Terorê
Dı êrîşên îsraîla melûn de, hejmara şehîdên fılıstînê bı ser 2 hezar û 16an ket. neteweyên yekbûyîyê xwest ku êrîşên lı ser mektebên wê bên lêpırsîn. lı alîyê dın hat gotın ku emrîkaya îşgalker jı herba duyem a dınyayê û vır ve, bı qasî 100 mılyar dolarî
Li Ğezzeyê her ku diçe hejmara şehîdan zêde dibe. Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Eşref el-Qûdra beyan kir ku li mehela Şûcaîyeyê ji bin enkazan cesedên din hatine derxistin. Bi van cesedan û kesên din ên qetilkirî, hejmara şehîdan gihaye 2 hezar û 16an. 10 hezar û 193 kes jî birîndar bûne.
Teşkîlata Neteweyên Yekbûyî dihat tenkît û rexnekirin ku li ber êrîşên li ser mektebên xwe bêdeng dimîne. Teşkîlatê niha xwest ku êrîşên li ser mekteban wê bên lêpirsîn. Di beyana teşkîlatê de wiha hat gotin:
“Pêwist e ku êrîş û bombebarandinên Îsraîlê yên li ser mektebên Neteweyên Yekbûyî bên lêpirsîn. Em bombebarandina li ser van mekteban û hedefkirina sivîlên di van mekteban de sert şermezar dikin.”
Li aliyê din hat gotin ku Emrîkaya zulumkar û îşgalker, ji herba duyem a Dinyayê û vir ve bi qasî 100 milyar dolarî, alîkarîya leşkerî daye Îsraîla rejîma terorê.
Li gorî medyaya Îsraîlê, di salên borî de Emrîkayê her salê teqrîben 3 milyar dolar alîkariya leşkerî daye Îsraîlê.
Di xebera medyayê de hat gotin ku Emrîka ji bo Îsraîla siyonîst dostek e ku tu dosteke din a wek wê tuneye, Emrîka kekê siyonîst Îsraîlê ye.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.