Fealiyetên Alîkariyê

Fealiyetên Alîkariyê

Komela Bankaya Ğidayê ya Umut Kapisiyê ya Diyarbekirê, di heqê fealiyet û alîkariyên xwe yên meha remezanê de raporek weşand.

Komela Bankaya Ğidayê ya Umut Kapisiyê ya Diyarbekirê, di heqê fealiyet û alîkariyên xwe yên meha remezanê de raporek weşand.

Di raporê de hat diyarkirin ku komelê xwe gihandine 3717 malbatan û li van malbatan di bedêla 268 hezar lîrayê de alîkarî hatiye kirin.

Serokê komelê Sidiq Fûrqan weha got: “Em bi desteka xelkê Diyarbekirê yê camêr û biqîmet û baweriya wan a bi me derketin rêya xêrê, niha em xwe digihînin malbatên ku pir zêde bi ser hedefa ku me dabû ber çavê xwe re ye. Em kêfxweş in ku di remezana îsal de jî xwe gihandine bi hezaran malbatên feqîr û muxtac.” 

Komela ku endama Platforma Alîkariyê ya Karwana Umudê ye, da zanîn ku bi xebateke hevpar a bi komela Yetîm-Dera Diyarbekirê re, 100 zarokên sêwî bi kinc û berg kirine. Serokê komelê Fûrqan, gazî xêrxwazan kir ku di warê alîkariya ji bo feqîran de bêtir hessas bin.

 Dengê Xana Axpar

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.