
Sizden Gelenler
Gelî Milletê Kurd!
Bi navê Xwedayê ‘alemê… Hemdê Xwedayê ‘alemê be li ser dînê Îslamê ku dînê wî yê dawî ye û li ser îmana pê ku sebeba dilşadiya ebedî ye. Selat û silav li ser Muhammedê ku Xweda ê me wî ji me û tevê însan re bi qasîdî û pêxemberî şandiye û li ser al û eshab û peyrewiyên wî bin ji hetta bi roja baqî.
Gelî milletê me ê Kurd! Di jiyana xweyî di vê dinya fanî de (ku Xwedayê ‘alemê ji bona îmtîhanê çêkiriye) divê em gelekî jîrbin. Hişê xwe bicivînin. ‘Eqlê xwe bixebitînin û divê em her û tim çavvekirî bin. Yana wê Şeytan û xerab û dolapger me bixapînin. Wê me ji xwe re, ne ji me re bixebitînin. Emê bibin qurbana menfe’etên wan. Ne li dinyayê, ne li axretê nahêlin em dilşad û serfîraz bibin.
Em jibîr nekin. Em û ‘alem tev mexlûq û milkê Xwedayê ‘alemê ne. Ev war û welat, çem û kanî, bağ û bistan, jin û zaro, qewm û ‘eşîr, dest û ling, guh û çav, reng û bihnên xweş, sevêl û heywan, gul û gulîstan, heyat û jiyan… Tev Wî dane me. Nî’met û qenciyên Xwedayê xwe em bijmêrin naqedin.
Em jibîr nekin ku Xweda ê me; baran nedabûna me erdê pê av nedabûna, meyê ev av ji ku bianîna? Ku di vê erda hişk de giya û dar şîn nekiribûna, me yê ev nan û fêkî ji ku bianîna? Ku ev heywan, nêr û mê çênekiribûna û nesla wan zêde nekiribûna, meyê ev şîr qatix, ev goşt û hêk ji ku bianîna? Hetta Xwedayê me ku em çênekiribûna, emê ji tuneyiya tarî çewa bihatina vê jiyan û hebûna ronî? Ku çav nedana me, yan jî ev roja geş nedana me, me yê çewa hev bidiyana? Guh nedana me, me yê çewa dengê hev bikira? Ziman nedana me, me yê çewa dilê xwe ji hevdû re vekira, dibêjên xwe bi hev bidana fêmkirin? Dev û diran nedana me, me yê çewa ev te’m û xwarin bixwarina? Te’m nexistina devê me yan jî nexistina xwarin û vexwarinên me, me yê çewa evqas te’m û lezzet zewq bikirana? Ku poz û bînkirin nedabûna me, me yê çewa ewqas bihnên xweş bikirana, û me yê çewa wiha rihet bîna xwe bidana û bistandina?
Em jibîr nekin! Ev ‘eql û fêm, bîr û bawerî, fikr û xeyal, hezr û guman, zanîn û jîrî… Xwedayê ‘alemê daye me.
Em jibîr nekin! Di dîroka însaniyetê de, gelek cara bê ol û zordesta em dîl û esîr kirine, em ji xwe re kirine kole û rênçber. Belê! Her car Xwedayê me pêxemberên xwe di hewara me de şandine. Riya rast nîşanî me dane. Mucadele û tekoşîna azadiya me dane û em azad û rizgar kirine. Rêzan û şoreşvanên bi rastî li hember bê ol û zordesta, destegîr û piştevanên bêpar û bindest û jarên cîhanê tenê pêxember û qasidên Xweda û warisên wan in.
Em jibîr nekin! Ku em di destê “Sasanî” û “Roma” de dîl û kolebûn. Xwedayê ‘alemayî bi rehm û şefqet ji me re pêxemberê xweyê dawî Muhammed (Selat û Silavên Xweda Lê Bin) şand. Dînê xweyî Îslamêyî tenê heq û rast bi wehyê hînî wî kir. Û em pê ji “Zerdeştiya Sasanî” û “Filletiya Roma” xilaskirin û azadkirin. Em ji nezanî û kufra dînên batil şûştin, paqij kirin. Em bi dînê Îslama heq, ‘adil, fire, ronî şerefdar kirin, xemilandin, kemilandin, kirin ‘alim, zana, rêzan, seyda, şareza, bîrbir, medenî, dilovan û dîlawer.
Xweda yê ‘alemê em bi pêxember û dînê Îslamê, hînî Xwedanasiyê, ‘edaletê, rehmê, dilovaniyê, rastiyê, namûsê, şermê, fediyê, jiyana serbilind, camêriyê, mêraniyê, paqijiyê, rêznama jiyana rast, xweyî derketina li hev, li feqîra, li bêkesa, li jar û perîşana kir.
Bi vê xêra ha! ‘Alimê weke: Îbn-î Teymiyye, Îbn-î Esîr, Îbn-î Hacib, Ebu Si’ûd, Mela Goranî; şa’irê weke: Melayê Cizîrî, Şêx Ahmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Melayê Bateyî, Seyyîd ‘Alîyê Findikî; ‘arifê weke: Mewlana Şêx Xalid, Seydayê Tağî, Hezretê Nûrşênî, Şêx Seydayê Cizîrî, Şêx Ahmedê Xeznewî, Şêx Fethullahê ‘Eynkafî; muheqqiq û dozvanên weke: Bedî’uzzeman û Şêx Seîd; hikumdarê weke: Selaheddînê Eyyûbî û bi hezaran zatên wekî wan di dîroka me yê kevn û nû de derketine.
Me diber dînê Xwedayê xwe û pêxemberê xwe Muhammed de bi hezaran şehîd dane, me pê gelek tarîxê şan û şerefê avakirine. Me di dîroka Îslamê û cîhanê de gelek cih û kursiyên muhîm bi dest xistine. Me gelek nav û deng daye. Di gelek qada de me seydatî ji cîhanê rê kiriye.
Em jibîr Nekin! Ku çewa Xwedayê ‘alemê; Weke hev xaliq û xwediyê herkesî ye, Pêxemberê Wî Muhammed (Selat û Silavên Xweda Lê Bin) jî Pêxember û rêzanê herkesî ye. Lewra Pêxemberê dawî ye. Xwedayê ‘alemê wî ji temamê însaniyetê û cîhanê re şandiye. Temamê însan û milleta tê de weke hev in. Tu kes nikare bêje ku Muhammed (Selat û Silavên Xweda Lê Bin) pirtir pêxemberê me ye. Belê! Ji pêxemberê însaniyetê pê ve, ev pêxemberên berê (Silavê Xweda Li Wan Bin) her yek yan jî hinek hatibûne şandin ji qewmek û milletekî re.
Dînê Îslamê ku Xwedayê herkesî bi wasîta Pêxemberê herkesî şandiye ew dînê herkesî ye. Dînê însaniyetê û cîhanê ye. Xwedayê ‘alemê; Xelasî û serfîrazî û dilşadiya herkes û milleta, li dinya û axîretê û razîbûna xweyê ji wan re bi bawerî û qebûlkirina vî dînî ve girêda ye. Ji vî dînî pê ve Xweda tu dînê din ji tu kesî qebûl nake.
Li çavkaniyên vî dînî (Qurana Pîroz û Sunneta Ronî) ên ku binêrin wê bibînin di wan de, “Gelî ‘Ereba!” “Gelî Farisa!” “Gelî Tirka!” “Gelî Kurda!” derbasnabe. Belkî di wan de di her cihî de “Gelî însana!” “Gelî mumina!” derbasdibe. Ji ber vaqas heqîqetên li ber çav, temamê millet û însanên cîhanê bawerî bi vî dînî anîne. Hetta hinek milletê weke ‘Ereba, Kurda, Tirka û Farisa hema hema ji sedî sed musulman bûne û bi hev re ketine pêşbaziya xizmeta vî dînî de. Yek demî ji can dan û mal dana di ber de xwe nedane paş û sistî nekirine. Hetta îro em Kurd, di vê pêşbaziyê de ku em ne ê pêşbin ne ê paşin jî.
Em zanibin, dilşadiya dinya û axîreta me; Di pêgirtina dînê me yê Îslamê de ye. Lewra ev dîn, dînê Xweda ê ku dinya û axîret di destê wî de ye. Ew kî ‘ezîz bike, ‘ezîz dibe. Ew kî zelîl bike, zelîl dibe. ‘Aqibeta xerab û xayîna daîmî xerabe. Zû yan dereng bêguman rojekê bela xwe dibînin.
“Ya Rebbî! Hetta em bigîjin te me li ser dînê Îslamê bihêle.” Amîn hezar carî amîn.
Ez, dîn û dinya xwe û we emanetî Xwedayê ‘alemê dikim. Selam û rehmet û bereketa Xweda li me û we û temamê ‘ebdên Xweda ên qenc bin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.