Ğezze Herêma Felaketê ye

Ğezze Herêma Felaketê ye

Wezîrê fılıstînî hasayîne da zanîn ku jı bo avakırına ğezzeyê, hewce bı 6-8 mılyar dolaran heye. lı alıyê dın lı ğezzeyê bombeyên ku neteqîyane dıbın tehdît. rejîma terorê jî nehıştîye ku xebatkarên teşkîlatên effûyê û şopandına heqên însanan ên navnetewe

Wezîrê Xebat û Cîwarkirinê yê Filistînê Muhemmed Hasayîne, di civîna ku gelek saziyên alîkariyê yên navneteweyî beşdar bûbûn de, da zanîn ku ji bo avakirina Ğezzeyê hewce bi 6-8 milyar dolaran heye. Ji ber ambargoyê jî xelk perîşan e. Li Ğezzeyê zêdetirî 20 hezar mal bêkêr bûne, 40 hezar xanî jî zirar dîtine. Hasayîne ji bo avakirina Ğezzeyê, bangî alîkariya navneteweyî kir.


Li Ğezzeyê bombeyên ku di êrîşên Îsraîlê de neteqîyane jî, ji bo filistînîyan dibin talûke. Wezareta Karên Hundir ya Filistînê da zanîn ku di heyama agirbestê de ev bombeyên neteqîyayî carna bûne sedema candayîna însanan. Hewl didin ku top û fuze û gulleyên tanqan ên neteqîyayî îmha bikin. Ji Daîreya Muhendîstiya Teqemenîyê Muhemmed Mîqdad, di heqê xebatên xwe de agahî dan. Îfade kir ku bi îmkanên hindik ğeyret dikin ku maddeyên bitalûke îmha bikin.


Li Hollandayê grûbeke saziyên civaka sivîl îmzeyên ku bi armanca Îsraîla rejîma terorê, li Laheyê li Mehkema Cezayê ya Navneteweyî bê mehkemekirin hatibûn komkirin şandin Neteweyên Yekbûyî.


Li aliyê din hat îfadekirin ku Îsraîla rejîma terorê, nehiştiye ku xebatkarên teşkîlatên Effûyê û Şopandina Heqên Însanan ên navneteweyî derbasî Ğezzeyê bibin. Ew ê xebatkarên saziyên han, ji bo lêkolînê biçûna Ğezzeyê. Sed sazîyên ku li cûrbecûr welatan fealiyetan dikin jî, ji bo Ğezzeyê Beyanata Destekê weşand. Saziyan da zanîn ku destekê didin daxwazên heyeta Filistînê ya ku ji bo muzakereyan li Misrê ne.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.