Guhdarîkirinên Ğeyrî Qanûnî
Sersewcîtiya Cimhûriyetê ya Stenbolê, di heqê îddîayên der barê rêxistina “casûstî û paralel”a di emniyetê de, lêpirsîn dabû destpêkirin.
Sersewcîtiya Cimhûriyetê ya Stenbolê, di heqê îddîayên der barê rêxistina “casûstî û paralel”a di emniyetê de, lêpirsîn dabû destpêkirin. Polîsên ku di çarçoveya lêpirsînê de hatibûn girtin, di heqê girtîbûnê de îtîraz kiribûn. Ji wan îtîraza 11 kesan hatin redkirin.
Îtîrazên parêzerê 11 kesên ku ji aliyê hakimtiya cezayê ya sulhê ya yekem ve hatibûn girtin, ji teref hakimtiya cezayê ya sulhê ya 2an ve hatin redkirin. Hakimtî daxwaza berdanê ya 11 kesan ne rast dît û îtîrazên wan red kir.
11 kesên han bi sedema ku belgeyên dewletê yên divê veşartî bimînin bi armanca casûstiyê peyde kirine û di belgeyên resmî de sextekarî kirine, di 22ê temûzê de hatibûn girtin.
Li aliyê din ji 17 polîsên ku pey berdanê ji bo wan dîsa qirara girtinê hatibû dayîn 2 polîs, piştî vepirsîna mehkemê serbest hatin berdan. Bi vî awayî hejmara polîsên ku di heqê wan de qirara girtîbûnê hate betalkirin, giha 4an.
Dengê Xana Axpar
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.