Hejmara Şehîdan Giha 2036an
îsraîla melûn agırbest xera kır û lı ser ğezzeyê dest bı barîna bombeyan kır. jı do û vır ve hejmara şehîdan gıha 2036an, 120 kes jî bırîndar bûn.
Îsraîla rejîma terorê bi hinceta ku ji hêla Ğezzeyê ve roket hatine avêtin, agirbest xera kir û li ser Ğezzeyê dest bi barîna bombeyan kir. Ji do û vir ve di êrîşên rejîma terorê de 19 kes şehîd bûn û 120 kes jî birîndar bûn. Dîsa pirê qurbanan zarok û jin in.
Berdevkê ordiya îşgalker diyar kir ku li gelek herêmên Îsraîlê, dane sibehê dengê sîrenê hatiye bihîstin. Her wiha hat gotin ku ji hêla Ğezzeyê ve 70 fuze hatine avêtin Îsraîlê.
Mohleta agirbesta muweqet do di yekê şevê de qedîyabû û bi muzakereyan hatibû gotin ku bi qasî 24 saetan agirbest hatiye dirêjkirin. Lê Îsraîla melûn û neliser soza xwe, agirbest xera kir û dest bi êrîşan kir.
Berdevkê Hamasê Samî Ebû Zuhrî îddîaya Îsraîlê ya ji bo xerakirina agirbestê derewand.
Li aliyê din ordiya sîyonîst 2 hezar eskerên yêdek gazî wezîfeyê kir.
Seriyyeyên Qudsê ya baskê leşkerî ya Cîhada Îslamî, beyan kir ku piştî êrîşên Îsraîlê fuze avêtine cûrbecûr bajarên Îsraîlê. Hat gotin ku 6 fuzeyên Gradê avêtine Aşdod û Askalanê. 4 fuzeyên bi tîpa 107ê avêtine Eşkolê. Ji eynî tîpê 10 fuze jî avêtine bajarên el-Mecdel û Astrayê. Di beyanê de hat gotin ku wê li ber qetlîamên Îsraîlê yên li ser xelkê Filistînê, lêxistina bajarên Îsraîlê bidomînin.
Midûrê Îdareya deriyên sînor ên Ğezzeyê Mahîr Ebû Subha, da zanîn ku danê sibehê Îsraîlê êrîşî hinek deverên li nêzî deriyê Refahê kirine. Di van êrîşan de 2 zarok, jinek û kesekî din birîndar bûne. Ji lew xebatên li hêla Ğezzeyê ya deriyê Refahê sekinîye. Ebû Subha beyan kir ku ji ber ewlehiya rêwiyan, dibe ku deriyê sînor ê Refahê bigrin.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.