Hevaldozên merhûm Mehmet Yavuzî di salvegera wefata wî de qala şexsîyet wî kirin

Hevaldozên merhûm Mehmet Yavuzî di salvegera wefata wî de qala şexsîyet wî kirin

Ji ser wefata merhûm Mehmet Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê salek derbas bû. Hevaldoz û nasên wî yên ku qala wî kirin destnîşan kirin, ew ji teref biçûkan bigire heta mezinan ve dihat hezkirin.

Mehmet Yavuzê ku di 46 salîya xwe de çû rehma Xwedê di emrê xwe ya kurt de gelek tiştên baş û xweşik kirin. Rehmetî bi exlaqa xwe ya siyasî, rihê têkoşer û xîtabata xwe tesîr li ser bi sed hezaran însanî hişt.

Yavuz di sala 1973yan de li Kahtaya Semsûrê hat dinyayê, dibistana ewil, navîn û lîseyê li Kahtayê xwend. Dû re ji Zanîngeha Konya Selçukluyê mezun bû.  Piştî ku mezûn bû re demekê mamostetî kir.

Yavuz di sala 2000î de bi kumpas hat girtin û  2 salan di zindanê de hat girtin. Yavuzê ku di rojnameya Dogruhaberê de nivîskar bû bi HUDA PARê dest bi siyasetê kir û di HUDA PARê de ji Serokê partîyê re wekîltî kir.

Yavuz di pêvajoya ku bi komplo û kumpasan di zindanê de dihat girtin de ji ber îşkenceyên ku lê hatin kirin bi êşa qansera gurçikê ket. Yavuz ji ber êşa qanserê di destpêka 2019an de dest bi tedawîya nexweşîya xwe kir û nêzî 6 mehan li Diyarbekirê tedawîya qanserê dît ku du roj ji Îda Qurbanê re mabû ku şeva Înê derdora seat 01.05an de rehmet kir.

Yavuz di sala 2014an de bi HUDA PARê dest bi siyasetê kir û demekê wezîfeya Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê kir. Yavuz di pêvajoya vê wezîfeya xwe de li bajar bi bajar, gund bi gund û bajarok bi bajarok gerîya û qala dawa Xwedê kir. Ew dema ku vê wezîfeya xwe dikir qet bi paşve gav neavêt û aciz nebû.

Hevaldoz û nasên rehmetî di salvegera yekemîn de wisa qala wî kirin:

Ev bû salek ku Mehmet Xoce ji nav me çû. Rebbê min bi rehma xwe wî şa bike.Em berîya wî dikin. Em hînî wan gotinên wî yên xweşik bûbûn. Em dîsa hînî berdevkîya wî ya partîyê jî bûbûn. Me baş hînî xwe kiribû, lê belê pir ecele kir. Belê tê gotin ku temamê mirinan zû ye, lê belê bi rastî jî Mehmet Xoce di emrê xwe ya ciwan de û di emreke ku dê pir feydeya wî ji derdora çêbûbana rehmet kir. Me ji xwe mahrûm hişt. Her tim eceleya wî hebû, weke ku dikir bigihije derekê. Jê re malûm bûbû ku jiyana li vê dinê pir kurt e. Dîsa xocetîya xwe kir û ji yên pey xwe re wisa got: ‘Wextê me pir hindik e, ecele bikin, hûn ê li ser navê xweşikayî û başîyê çi bikin ecele bikin.’

Me hevdû di pêvajoya damezrandina partîyê de nas kir. Ew bi hemû kesî re lihev dikir û hevalekî serkeftî bû.Berî niha qet neketibû nava siyasetê. Lê belê di demeke kurt de nîşanî hemû kesî da, ka siyasetmedarekî baş, bi exlaq, bi şîar, esasên Îslamî derdixe pêş çawa ye û siyaseteke bi prensîb çawa bê kirin. Ew vê yekê di dema wezîfeya xwe ya berdektîya HUDA PARê de nîşan da. Ew peyameke muhîm da siyaseta Tirkîyê û vê yekê di jiyana xwe bi xwe de jî nîşan da. Ew ji HUDA PARê re temsîlkarî û berdektîyeke baş kir û ew li derdorê da nasîn. Ev hevalên me gelek zêde ehemîyet dida îstîşarê. Ew ji bo xortan di siyasetê de mînakek bû ku divê xort wî taqîb bikin. Ew siyasetmedarekî  Misliman bû û xwedî hesasîyeta Îslamî bû.”

Ew bi şev û roj xebitî da ku partîya me di qada siyasî de bê nasîn û dîtin. Ji bo vê yekê fedakarîyeke mezin kir. Nexasim xebateke hûr û kûr kir da ku şaxên me yê jinan, ciwanan û endamên me bibin xwedî şiûreke siyasî.Ji bo partîya me bi ser bikeve, Misliman ji tengasîyê rizgar bibin ew gelek zêde hewl dida û xebatan dikir. Weke ku hûn dizanin birayên me yên Yusufî ev bû nêzî 30 salî ku ji teref daraza FETO û 28ê Sibatê ve di hepsê de dihatin girtin û zilm li wan dihat kirin. Ew dixwast ku ev birayên me azad bibin û ji bo van birayên me bi rayedar û sazîyan re diket pêwendîyê û vê yekê digot: ‘Azadbûna birayên me yên Yusufî ji bo min gelek bi qedr û qiymet e.’ Em dikarin bibêjin wextê ku Yusufî hatin azadkirin û Mehmet Yavuz wefat kir heman wext bû. Xweda wî bi rehma xwe şa bike. Ez cardin ji bo malbat û hevalên wî sersaxîyên xwe tînim zimên.

Kî bi wî re du kilam dikir di bin tesîra wî de dima. Taybetîya wî ya herî muhîm ew bû. Biya min du sebebê vê yekê hebû: A ewil; doza ku ew tabiê bûbû dozeke bi şeref û izzet bû, ya duduyan jî; exlaqa xweş û baş a ku Xweda dabûyê bû. Ji ber vê yekê ew bi zarokan re zarok û bi mezinan re mezin bû. Ew bi vê exlaqa xwe him li nava welêt û him jî li derveyî welêt di qelbên kesên ku wî nas dikin de cî girt. Ew heyata xwe ji doza xwe re feda kir.”

Ew serê şeveqan pêşî Qur’ana Kerîm dixwand û dû re dest bi jiyanê dikir ku ev yek bereket dixist gotin û xebatên wî.Xweda rehma xwe lê bike û wî bi rehma xwe şa bike. Mekana wî cennet be.

Recaî Yurdanê ku di hilbijartinên parlementerîyê ya heyama 27emîn de bûbû namzedê Stenbolê ya HUDA PARê:

Rojekê ez û wî pêkve çûn mala aramîyê da ku hal û wextên îxtîyar û pîran pirs bikin û destên wanan maç bikin. Wê wextî Remezan bû û em pêkve bi wesayîtekê çûn. Dema ku wesayît bi rê ket ji min re got ku ‘Kekê Rîcaî! Divê ez peşik av vexwim, ez rica dikim tu dikarî pişta xwe bidî min.’ Nexweşîya gurçikan pê re hebû. Min jê re got, Kekê Mihemed ez li Stenbolê mezin bûn, ez hînî van tiştan bûme. Wî ji min re got, ger tu pişta li min nezivirîne ez qetîyen avê venaxwum.Min berê xwe da milê çapê, lê belê dilê wî rihet nebû û caketê xwe da ber devê xwe û qurtek av vexwar.Ez li wê derê ji edeba wî alî û mezin re bûm şahid.

Dema ku di partîyê de dest bi wezîfê kir, çi wezîfe didan ber wî, ew ehemîyet dida wî karî da ku bi şikleke baş û xweşik bike. Dema ku diket nav civatekê hemû kes hûrmet nîşanî wî dida û jê hez dikir. Xîtabata wî ya bi zimanê Tirkî, Erebî û Kurdî ji xwe malûmî we ye. Rebbê bi hezaran xortên wek wî tevlî nava vê dozê bike. Cihê wî zû bi zû nayê dagirtin. Xweda xanî xanî rehma xwe lê bike.

Kekê me Mehmet Yavuz qabilîyeta ku Xweda dabûyê di doza Wî de bikar dianî. Rehmetkirina wî bes ne ji bo HUDA PARê bi heman awayî ji bo milletekî qeybeke mezin e. Ji ber vê yekê divê em millet gelek zêde Mehmet Yavuzan perwerde bike.  Nexasim divê xort di rêya wî de bimeşin, wî taqîb bikin da ku derkevin asta ku ew lê bû. Bi izna Xweda ew ê ev doz û partîya me gelek zêde Mehmet Yavuzan perwerde bike. Xweda rehma xwe lê bike û mekana wî bike cennet.

Kekê min dema ku dihat Kahtayê ez her tim pê re bûm.Piştî ziyaretên ku me pêkve dikir hemû kes pirsa wî dikir û hezkirin û muhabbeta xwe ji bo dianînin zimên. Kesên ku pirsa wî dikirin digotin ku ew gelek zêde jê tesîrdar dibin û ew ê careke din çi wextî were ziyareta me? Merhûm bi awayî di qelbên însanan de cî girtibû û bi wefata wî ev hezkirin zêdetir bû. Em bira û malbata wî ji vê yekê bûn şahid. Merhûm berî ku biçe umrê gazî min kiribû. Wê demê nexweşîya wî lê giran kiribû. Dema ku ez çûm Diyarbekirê ba wî min fam kir ku  wefata wî nêz e. Wê kêlîyê ji min re got ku ‘Kekê, va emrê min bû 46. Di warê dinyewî de dilê min bi tiştekî ve namîne, lê belê niha proje û xebateke min heye ku ez nikarim dev jê berdim. Ew ê nîvco bimîne ku ji ber vê yekê ez mehzûn dibim.’ Ev projeya wî projeya mezinkirin û perwerdekirina  kesên mîna wî bû.Jiyana xwe ji Îslamê re feda kiribû.

Ji ber ku xebata wî gelek bû me hevdû zêde nedidît.Nexasim dema ku di nav partîyê de dest bi wezîfê kir her tim li derva bû, nikaribû zêde wext ji me veqetîne. Lê belê dema ku li malê bû me nimêjên xwe bi cemaatî dikir û piştî nimêja sohbetê ji me re dikir. Me pêkve dersa mela û tefsîrê dikir. Rojekê dema ku ku ez dixebitîm meseleyeke min çêbû. Dema ku ez hatim malê pir qeherîbûm. Hetta min ji bavê xwe re gotibû ku ez dixwazin şer bikim. Bavê min ji ber vê yekê xemgîn bû û dû re ji Qur’anê ayetên derheqê hêrs û qeherînê de ji min re xwend.Ayeta ‘Mumin ew in ku dikarin bi hêrsa xwe.’ da xwendin. Me pêkve li wê derê dersek kir û dû re ji min re got ku tu bi xwe qerara xwe bide. Bi gotineke din dema ku me derheqê  mijarekê de pê re îstîşare dikir  ji Qur’ana Kerîm rê nîşanî me dida.

Şewirmendê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Koordînatorê Herêma Behra Spî Salîh Demîr: “Wan heval û birayên me yên mahkûm qet ji bîr nedikir û her tim pirsa wan dikir. Ew bi rastî  jî ehlê muhabbetê bû.”

Serokê Bajara Edenê yê HUDA PARê Veysel Yavuz: “ Dema ku di hepsê de bûn, dersa Rîsaleyî Nûr ji hevalên xwe re dikir û dibû wesîle ku sebr û ezma hevalên wî zêde bibe. Teblîxa Îslamî bi şiklê herî xweşik dikir.”

Erkan Donmezê ku di girtîgehê de rehmetî nas kiribû: “Di salên 2000î de min di girtîgehê de ew nas kir. Di rojên ewil ên girtîgehê de koxuşa hepsê kir mescîd û exlebeyê wextê xwe bi Qur’ana Kerîm û zikrê derbas  dikir ku ew bi vî halê xwe ji me re dibû mînak. Di wî wextî de bi saxîya wî me wirdan ji xwe re çêkir û me Xwedayê zêdetir zikir kir û jê re zêdetir şikir kir. Ew her tim sebrê ji me re tewsîye dikir ki ew bi vê yekê ji me re dibû mînak. Şahîya nasîna wî jî mezin bû û êşa windakirina wî jî mezin bû.”

Endamê Komaleya Alimên Misliman ên Navneteweyî Omer Mert: “ Birayê me Mehmet Beg  bi şikleke muazzem bawerî bi doza xwe anîbû û canê xwe fedayî doza xwe kiribû. Hinek însan hene dema ku hûn nêzî wan dibin di çavên we de biçûk dibin, hinek însan jî hene dema ku hûn nêzî wan dibin di çavên we de mezin dibin.Mehmet Yavuz Beg jî însanekî wisa bû. Mi çi qas wî nas kir ew qas di çavên min de mezin bû û qedr û qiymeta wî li ba min zêde bû. Cara ewil min wî di bernameyeke televîzyonê de nas kir. Xweda wî bi rehma xwe şa bike û ji Pêxemberê re bike cîran. Xweda wî bi salih û şehîdan re haşir bike.”

Nevzat Guzelê hevalê zaroktîyê yê Mehmet Yavuzî: “Em li heman  taxê mezin bûn û me ji mekteba destpêkê heta zanîngehê pêkve xwend. Ez  nikarim bi hêsanî qala wî bikim.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.