Hewlên jı bo agırbesteke daımî

Hewlên jı bo agırbesteke daımî

Pıştî ku îsraîla melûn bı êrîşên lı ser ğezzeyê zêdetırî 2 hezar fılıstînî qetıl kırın, lı mısrê hewlên jı bo agırbesteke daımî dewam dıkın. hamasê beyan kır ku îsraîlê teklîfa mısrê red kırıye.

Pey êrîşên Îsraîla çeteya terorê yên li ser Ğezzeyê, ji bo agirbesteke daimî hevdîtin dewam dikin.


Endamê polîtburoya Hamasê Mûsa Ebû Merzûq, li ser hesabê xwe ya Facebookê wiha got:


“Netanyahûyê terorîst teklîfa Misrê red kir. Heyeta Îsraîlê guhertinên ku wê bibin sedema zîvirîna serî pêş kirin.”


Ji heyeta Filistînê Qays Ebdulkerîm da zanîn ku ji bo agirbesteke daimî, di hevdîtinan de tu encam pêk nehatiye. Ebdulkerîm îfade kir ku di serî de xwestina bêçekdarkirina grûbên berxwedanê yên Filistînê, Îsraîl di metna lihevkirinê de hinek guhertinan dixwaze. Ev jî dibin sebebê nelihevkirinê û weha dewam kir:
“Bi hêla Misrê re civînên me her zeman erênî pêk hatiye, lê îro weha çênebû. Îsraîla çeteya terorê ji hêla Filistînê daxwazên ku wê neyên qebûlkirin dixwaze. Ji bo neqebûlkirina guhertinan, behskirina bêçekdarkirina berxwedanê sedemeke bes e.”


Ebdulkerîm îfade kir ku heyeta Filistînê bi hêla Misrê re civîna xwe didomîne.
Berdevkê Hamasê Samî Ebû Zuhrî li ser îddîayên serokwezîrê terorîst Binyamîn Netanyahû ku dibêje Hamasê derbe xwarîye, bi beyaneke nivîskî wiha got:
“Gotinên lîderê siyonîst qomîk in. Evana ji bo ku ji le’neta îsraîliyên îşgalker birevin û ser meğlûbîyeta xwe binixumînin îddîayên wiha dibêjin. Ji Netanyahû re kuştin û birîndarbûn û hêsîr girtina eskerên siyonîst bes e. Grûbên berxwedanê biserketin ku bi fuzeyên xwe dikarin li her derê Îsraîlê bixin. Tek rêya pêkanîna ewlehiya îsraîliyan, pêkanîna ewlehiya filistînîyan û rakirina ambargoya li ser Ğezzeyê ye.”

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.