Îttîfaqê Gazî Protestoyê Kir

Îttîfaqê Gazî Protestoyê Kir

Lı mısrê hereketa îttîfaqa mîllî ya lı ber derbeyê, bı mınasebeta salvegera qetlîama meydana rabîatul adewıyyeyê, gazî cıwan û xwendekaran kır ku protestoyan lı dar bıxın.

Li Misrê Hereketa Îttîfaqa Mîllî ya li ber derbeyê, ji bo protestoyan gazî xelkê kir.
Di beyana nivîskî de wiha hat gotin: “Em îlan dikin ku wê “Pêla Şoreşger ya Xurt û Diqîre” di 14ê Tebaxê ya salvegera qetlîama meydana Rabîatul Adewiyyeyê de, bi navê “Daxwaza me qisas e” dest pê bike. Ew ê fealiyetên me, ji camiyên şoreşê û ji noqteyên ewle dest pê bikin û li seranserê meydanên welêt belav bibin.”
Hat diyarkirin ku wê di roja Rabîayê de, di çarçoveya çalakiyên bibîranîna şehîdan de, digel mekanîzmayên berxwedana xelkê yê aştîxwaz hereket bê kirin. Di beyanê de îdara Misrê ya derbeker hat îqazkirin ku careke din sûcê kuştina sivîlan neke. Her wiha gazî personelê ordî û polîs ên ewladên welêt jî hat kirin ku xelkê Misrê neêşînin.
Par hêzên cûntayê di 14ê Tebaxê de, girtibû ser meydanên Rabîatul Adewiyye û Nahdayê, bi hezaran protestovan qetil kiribûn, bi deh hezaran kes jî birîndar bûbûn.
Li aliyê din hin kesên dijberê derbeyê, li meydana Rabîatula Adewiyyeyê ji bo demeke kin protestoyek li dar xist. Li gorî şahidan grûba protestovan, di caddeya et-Teyranê re ket meydanê û bi qasî 15 deqîqeyan qetlîamên derbeyê protesto kirin, li dijî derbeyê slogan avêtin. Protestovan beriya ku hêzên cûntayê werin protestoya xwe bi dawî kirin.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.