Ji ber şoba ku li cîhanê belav dibe kampên penaberan di bin xetereyeke mezin de ne

Ji ber şoba ku li cîhanê belav dibe kampên penaberan di bin xetereyeke mezin de ne

Serokê Giştî yê HUDA PARê di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de balan kişand li ser corona vîrusa ku bi şikleke bi lez li cîhanêbelav dibe û destnîşan kir, divê sazîyên alîkarîyê yên navneteweyî ji bo şert û mercên li kampan başkirin seferber bibin.

Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de  balan kişand li ser corona vîrusa ku bi şikleke bi lez li cîhanê  belav dibe û destnîşan kir, divê sazîyên alîkarîyê yên navneteweyî ji bo şert û mercên li kampan bên başkirin seferber bibin.

Ji teref Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ve derbarê rojeva derve de nirxandin hat kirin. Saglam di nirxandina heftîyane ya derve de derheqê mijarên mîna; Rapora Ticareta Kurewî ya Çekan, zilm û zordarîya ku li Hindistanê li Mislimanan tê kirin, penaberên Myanmarî û şoba ku li temamê cîhanê belav bûye de nirxandinên balkêş kir.

Rapora Ticareta Kurewî ya Çekan

Saglam di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de balan kişand li ser Rapora Ticareta Kurewî ya Çekan a ku salên 2015-2019an di nav xwe de dihewîne û dû re wiha got: “ Li gorî raporta ku hat weşandin di îxracata çekan de Amerîka di rêza yekemîn de ye û welatê ku herî zêde çek standiye Siûd e. Dîsa li gorî raportê îthalata çekan a welatên Rojhilata Navîn ji sedî 61 zêde bûye. Amerîkaya ku di bazara çekan de serî dikşîne li Afrîka û Rojhilata Navîn  ji alîyekî bi aborîyê siyasetê dîzayn dike û ji alîyê din ve jî li herêmê rageşîyan zêde dike û firotina çekan zêde dike ku ew bi vê yekê dibe sedema şerê navxweyî û ji bo îşxala ku dê bike bingehê davêje.”

 “Amerîka li welatan şerên navxweyî dide destpêkirin û bi vî awayî ji bo firotina çekan bazarê saz dike”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de balan kişand encamên polîtîkayên leşkerî yên Amerîkayê  û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Ê ku ji Amerîkayê herî zêde çekan distîne Siûd e ku e yek ji teref Amerîka ve ji bo ku Siûd li herêmê destekê bidiyê tê kirin ku ev yek wek ruşwetekê ye. Ew çekên ku ji teref Siûd ve ji Amerîkayê tên standin li herêmên kaotîk ên mîna Yemen, Sûrîye, Lîbyayê tên bikaranîn û bêîstîqrarî tê zêdekirin. Ji ber polîtîkayên leşkerî yên Amerîkayê li erdnigarîya Îslamê bêîstîqrarî û herb tesîra xwe pir zêde kiriye. Amerîkaya ku bi stratejîya derxistina fitnê û şer  hereket dike, ji ser mezheb û îdeolojîyan rejîm/gelan dabeş dike, hareketên cudaxwaz har dike û li welatan şerên navxweyî derdixe ku ew bi vê yekê ji bo firotina çekên xwe bazarê saz dike. Divê welatên herêmê vê yekê bidin sekinandin. Ji ber vê yekê divê Mislimanên li ser erdnigarîya Îslamê û nexasim jî şdarev anên wan siyaseta xwe li ser sazkirina aştîyê bidamezrînin.”

Faşîzma Hindistanê

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir birêveberîya Hindistanê li hember Mislimanan terora dewletê tetbîq dike û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Hindistan bi rakirina statuya taybet a Keşmîrê li hember Mislimanan dest bi sepandina polîtîkayên faşîst kir ku herî dawî qanûna welatîbûnê derxist û Mislimanan nexist baregaha vê qanûnê. Ji ber vê yekê li Hindistanê protestoyên aştîyane dest pê kirin û birêveberîya Hindistanê li hember Mislimanan terora dewletê sepand. Li welatê ku lê nêzî 200 milyon Misliman dijîn jiyana Mislimanan di xeterê de ye û nîjadperestên Hîndû di bin çavdêrîya polêsên Hindistanê de bi êrîşên ku li dar dixin Mislimanan qetil dikin. Herî dawî dikan û malên Mislimanan şewitandin û êrîş birin li ser camîyan.”

 “Welatên Îslamê divê li dijî birêveberîya Hindistanê  xebatên wisa bidin destpêkirin da ku Hindistan bi paşve gav bavêje”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de ji bo çareserîyê bang li Teşkîlata Hevkarîya Îslamê kir û got: “Di serî de Teşkîlata Hevkarîya Îslamê û her wisa sazîyên navneteweyî û welatên Îslamê li dijî birêveberîya Hindistana ku li hember Mislimanan fealîyetên qirkirinê dike  bêdeng dimînin ku ev yek meriv endîşedar dike. Welatên Îslamê divê li dijî wan fealîyetên sazkirina Filistîneke nû ya li Asyayê demildest dest bi hereketê bikin. Welatên Îslamê divê li dijî birêveberîya Hindistanê  xebatên wisa bidin destpêkirin da ku Hindistan bi paşve gav bavêje.”

Îmtîhana Ewrûpa ya di warê însanetîyê de û penaberên Myanmarî

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de   balan kişand li ser rewşa wan penaberên ku hewl didin derbasî Ewrûpayê bibin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Hêzên ewlehîyê yên Yunanistanê bi şikleke nebaş bi penaberan re muamale dikin û îşkenceyan li wan dikin ku ew penaber niha bi şob, nexweşî û birçîbûnê re rûbirû mane.Ji bi dawî li vê drama însanî ya li ber sînor bê anîn Ewrûpa gavên pêwîst navêje û destekê dide wê mudaxeleya hovane ya ku ji teref Yunanistanê ve tê kirin.Herî dawî Almanya destnîşan kir ew ê hezar û 500 zarokên bêxwedî qebûlî welêt bikin ku ev yek meriv ditirsîne.  Lewra hezar û 500 zarokên ku tê xwestin bên qebûlkirin dê bi asîmîlasyona çandî û dînî re rû bi rû bimînin. Di van salên dawî de li welatên Ewrûpayê gelek zarokên penaber winda bûn û welatên Ewrûpayê di vî warî de lêpirsîn nedan destpêkirin ku ew di vî warî de bêewlehî ne. Ji bo zarokên bêxwedî di warê çand û dîn de bên parastin divê komîteyeke hevpar a ku welatên Îslamê jî di nav de ye bê sazkirin û zarok ji însafa welatên Ewrûpayê re neyên terkkirin.”

Saglam di dawîya daxuyanîya xwe de diyar kir, ew pêdivîyên rojane yên bingehîn ên Mislimanên Arakanî bi xwe jî nayên tedarikkirin û dû re wiha got: “Ji bo pêdivîyên bingehîn ên penaberan bên tedarikkirin ji teref Neteweyên Yekbûyî ve 877 milyon dolar hat telebkirin. Dema ku belavbûna şoba bê kontrol a li cîhanê li ber çavan bê girtin derdikeve holê ku li wan kampên penaberan ên ku lê kêmasîya xurak û amûrên paqijîyê hene rîskeke mezin heye.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler