Ji Bo Îsraîlê Qirara Boykotê Dan
Lı ber wehşeta îsraîla çeteya terorê, berteka şedîd welatên latîn amerîkayê nîşan dan. 12 welatên ku serê wan venezuella, bolîvya, şîlî, arjantîn û brezîlya dıkşînın, wê lı ber îsraîlê kampanyaya boykot, tecrît û mueyyîdeyan bı hev re pêk bînın. wê efrîka
Li seranserê dinyayê bertek û nerazîbûnên li ber qetlîam û jenosîda Îsraîlê ya li ser Ğezzeyê dewam dikin. Bertekên şedîd, ji aliyê welatên Latîn Amerîkayê hatin nîşandan.
Digel welatên Bolîvya, Venezuella, Şîlî, Arjantîn, Ûrûgûay, Kuba, Cimhûriyeta Domonîkê, Sûrînîam, Paragûay, Ekvador, Nîkaragûa û Brezîlyayê, muzîsyen û professor û akademîsyen û nivîskarên navdar yên Latîn Amerîkayê civiyan, gotin û kirinên li ber Îsraîlê, di çarçoveya qanûnê de amadekirin û tesdîq kirin.
Bal hat kişandin ku Emrîka ji aliyê siyasî, ekonomîk û leşkerî ve destekê dide Îsraîla îşgalker, lê xwedî derdikeve û Neteweyên Yekbûyî bi bêtevgereke derasayî ye. Di beyanê de hat gotin ku Yekîtiya Ewrûpayê jî şirîkê sûcên Îsraîle ye. Serokdewletê Bolîvyayê Evo Morales îlan kir ku destekê didin kampanyaya boykot û tecrît û mueyyîdeyan ya li ser Îsraîlê û da zanîn ku ji bo sekinandina Îsraîlê, dema piştevaniyeke aktîf hatiye.
Evo Morales di 30ê Temûzê de Îsraîlê wek dewleta terorê îlan kiribû û peymana wîzeyê ya bi Îsraîlê betal kiribû. Beyanata van dewletan ji tewra Bolîvyayê îlham girt û bi navê “Dema Parastina Filistînê” hat weşandin. Di beyanatê de êrîşa jenosîdî ya Îsraîlê ku bi wasîteya emperyalîzmê hatiye avakirin û xelkê Filistînê ji warê wan dike hat telînkirin, li berxwedana qehremanane ya xelkê Filistînê ya ku li ber Îsraîlê li dar dixe selam hat kirin.
Li aliyê din Efrîkaya Başûr jî, ji bo welatiyên xwe yên ku tevlî ordiya Îsraîlê bûne lêpirsînê vedike.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.