Li Agirî Pevçûna Bi Çek
Lı dûtaxa navçeya agırî, dı navbera du malbatên merıvên hev de şer qewımî. dı pevçûna bı çek de 3 kes hatın kuştın, 7 kes jî bırîndar bûn
Li Dutaxa navçeya Agiriyê di navbera du malbatên merivên hev de pevçûna bi çek qewimî. Di şer de 3 kes hatin kuştin, 7 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, piştî hilbijartina mixtariyê li gundê Qerexalita Jor di navbera du malbatan de niqaş û rageşî derket. Paşê di navbera malbatan de şer qewimî. Hat ragihandin ku di pevçûnê de mixtarê gund jî di nav de 3 kes hatin kuştin, 7 kes jî birîndar bûn.
6 birîndar rakirin nexweşxaneyên Agiriyê. Birîndarekî ku rewşa wî giran bû jî rakirin Navenda Tibê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê.
Cinazeyê 3 kesên ku di şer de hatin kuştin jî ji bo otopsiyê şandin Saziya Tiba Edlî ya Trabzonê.
Hat ragihandin ku lêpirsîn hê dewan dike û cendirmeyan li gund tedbîrên ewlehiyê hildane.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.