Li Brukselê Protestoya Ji Bo Ğezzeyê
Lı bruksela paytexta belçîkayê, nêzî 4 hezar kes êrîşên rejîma terorê yên lı ser ğezzeyê protesto kır. lı qudsê jî jınan jı bo xelkê ğezzeyê kermesek lı dar xıst.
Êrîşên Îsraîla rejîma terorê, li Bruksela paytexta Belçîkayê hatin protestokirin. Komela Belçîka-Filistînê protesto organîze kir. Gelek saziyên civaka sivîl jî destek dan meşa protestoyê. Protesto ji Îstasyona Gare Du Nordê dest pê kir û li meydana Madouyê ya li merkeza bajêr bi dawî bû.
Meş bi mesaja “Ji ambargoya li ser Ğezzeyê re bes e” hat rastkirin û ji bajarên din jî însan tevlî protestoyê bûn. Nêzî 4 hezar kes sloganên “Îsraîla qatilê zarokan” û “Îsraîla terorîst” avêtin. Protestovanan ji hikûmeta Belçîkayê û ji Yekîtîya Ewrûpayê xwestin ku mueyyîdeyan bidin ser Îsraîla siyonîst.
Li Qudsrê jî jinan, ji bo xelkê Ğezzeyê kermesek li dar xist. Kermes li ser caddeya Selaheddînê ya li Qudsa Rojhilatê hat vekirin. Di kermesê de ber û berhemên ku bi desta hatine çêkirin û xwarin hatin raxistin û hat îfadekirin ku wê hemû pereyê kermesê, bi wasîteya saziya alîkariyê ya ji bo multeciyên Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî re bişînin xelkê Ğezzeyê.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.