Li Ğezzeyê Fuze Teqiya

Li Ğezzeyê Fuze Teqiya

Lı bakurê ğezzeyê, dı heyama îmhakırına fuzeke neteqıyayî ya îsraîlê de, teqîn qewımî. dı hedîseyê de 2ê wan rojnamevan 6 kesan can dan. lı alıyê dın hejmara şehîdan jî zêde dıbe.

Li Ğezzeyê fuzeyên Îsraîlê yên neteqiyayî, hêjî dibin sedema kuştina însanan.
Li Beyt Lahyayê ya li bakurê Ğezzeyê, di heyama îmhakirina fuzeke neteqiyayî ya Îsraîla rejîma terorê de, teqîn qewimî. Di hedîseyê de 2ê wan rojnamevan 6 kesan can dan. Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Karên Hundir ên Filistînê, hedîseya teqînê tesdîq kirin.
Di nav kesên candayî de qezetevanê Îtalyan Sîmon Camellî û produktorê wî Elî Ebû Afaş jî hene.
Di hedîseya teqînê de fotoğrafvanê Ajansa APê Xatem Mûsa jî giran birîndar bû.
Li aliyê din hejmara şehîdan jî her ku diçe zêde dibe. Wezareta karên hundir beyan kir ku bi rakirina enkazan û derxistina cesedan, hejmara şehîdan gihaye hezar û 951ê.
Kordînasyona Alîkariya Însanî ya Neteweyên Yekbûyî jî di rapora xwe de beyan kir ku 335 hezar Ğezzeyî, ji ber ku malên wan xera bûne yan xisar dîtine, xwe spartine cem merivên xwe, ordiya rejîma terorê di êrîşên xwe de 19 bînayên Neteweyên Yekbûyî, 48 merkezên belavkirina ava vexwarinê, 18 ambulans û 3 merkezên belavkirina alîkariyên însanî kirine hedef.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.