Li Ğezzeyê Rîska Nexweşîyê

Li Ğezzeyê Rîska Nexweşîyê

Li Ğezzeyê piştî êrîşên sîyonîst Îsraîlê, qrîza tenduristiyê her ku diçe zêde dibe.

Li Ğezzeyê piştî êrîşên sîyonîst Îsraîlê, qrîza tenduristiyê her ku diçe zêde dibe.

Wezîrê tenduristiyê yê hikumeta Filistînê Cewad Awad beyan kir ku di heyama êrîşên Îsraîla terorîst de, ji ber ku parzên hewce bi rekûpêk nehatine kirin, gûmana nexweşîyên bi xetere heye. Awad bi dîrektorê Rojhilata Navîn ê Teşkîlata Tendursîtîye ya Dunyayê Ala Alvan re hate bal hev û di beyanata xwe ya nivîskî de weha got: 

“Di êrîşên Ğezzeyê de programa parzayê tesîr dît. Ji ber ku parzên hewce nayên kirin, îhtîmala ku nexweşiyên felca zarokan, werem, sorik û xurî li herêmê ji nû ve bên dîtin heye.”

Awad îfade kir ku di hevdîtinê de li ser nexweşxane, merkezên tenduristiyê û xebatkarên wan yên ku di êrîşên îsraîla siyonîst de bûne hedef sekinîne. Her wiha ji ber êrîşan talûkeyên ku li derûdor der bûne û tesîra wan a li ser sihheta însan jî hatine nirxandin.

Awad da zanîn ku Alvan beyan kiriye ku weka heta niha ew ê desteka xwe ya maddî û lojîstîkê ya ji bo Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê bidomînin.

Dengê Xana Axpar

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.