Li Her Derê R4bîa
Jı bo qetlîamên ku pıştî derbeya leşkerî ya mısrê hatıne rastkırın neyên jıbîrkırın, 14ê tebaxê wek roja rabîayê ya dınyayê hatıbû îlankırın. bı mınasebeta roja rabîayê, lı gelek bajarên welêt çalakî û protesto hatın rastkırın.
Li Misrê piştî ku serokcimhûrê meşrû yê hilbijartî Muhammed Mûrsî, bi derbeya leşkerî ji wezîfeyê hatibû bidûrxistin, li ser xelkê aştîxwaz yê ku li ber derbeya leşkerî derketibûn meydanan, qetlî’am hatibûn rastkirin. Ji bo ku ev qetlî’am neyên jibîrkirin û nedin jibîrkirin, 14ê Tebaxê wek Roja Rabîayê ya Dinyayê hatibû îlankirn. Bi minasebeta Roja Rabîayê xelkê Tirkiyê derket kuçeyan.
Ji Qersê heta Stenbolê ji Hatayê heta Amedê, Bûrsa, Sakarya û Konyayê li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.
Li gelek bajaran li Sîsî le’net hat barandin û li Rabîayê jî silav hat dayîn. Li Erzirûm, Qers, Konya, Duzce, Meletê û li Hatayê bi pêşivantîya saziyên civaka sivîl, meş hatin lidarxistin. Di meşan de sembola hevpar nîşana Rabîayê bû û slogana hevpar jî panqarta “Ji bo mezlûman dengê xwe bilind bike” bû.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.