Li Herêmê Rageşî Didome

Li Herêmê Rageşî Didome

Lı herêma kurdıstanê şerê pêşmerge û dîşıyê dewam dıke. emrîkayê beyan kır ku sîlehan dıdın pêşmergeyê û av û xwarın gıhandıne êzîdıyan. lı ser tewra emrîkayê hat gotın ku emrîka dıxwaze lı herêmê însanan bı hev de bıde kuştın.

Li Herêma Kurdistanê şerê di navbera Pêşmerge û DÎŞIyê de dewam dike. Emrîkayê fermî da zanîn ku careke din êrîşî çekdarên DÎŞIyê kirine û sîlehan didin pêşmergeyan.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Emrikayê Marîe Harfê weha got: "DÎŞIyê hin çekên giran bi dest xistin. Ji kurdan re jî çek lazim in. Em jî van çekan didin û ji bo temînkirina wan jî dixebitin."
Emrîkayê beyan kir ku bi teyaran av û xwarin gihandine êzîdiyên li Şengalê asê mane.
Koçberiya xelkê Şingalê û derdora wê ya ber bi Rojavayê Kurdistanê jî û herwiha pêvajoya vegera koçberan ji Rojavayê Kurdistanê ya ber bi Başûrê kurdistanê ve jî berdewam e.
Hat gotin ku heta şeva borî, 63 hezar koçber di xala sînorî re derbasî Başûrê Kurdistanê bûne û dibe ku heta êvara sêşemê hejmara koçberên ku derbasî Başûrê Kurdistanê dibin bighêje 75 hezar koçberan. Ji ber ku xelkê Şengalê pez û sewalên xwe jî bi xwe re tînin, ji lew hejmara xelkê li Şengalê maye kêm bûye û riyên ku koçber didin ber xwe ewlettir bûne.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.