Li Licê Rageşiya Peykerê

Li Licê Rageşiya Peykerê

Lı lıcêya dıyarbekırê, tîmên cendermeyê peykerê masûm korkmaz rakırın. dı hedîseyan de kesek mır, kesek jî bırîndar bû.

Mehkema Cezayê Sulhê ya Licê qirar da ku peykerê Mahsûm Korkmazê endamê Pkkê bê rakirin. Li ser qirarê tîmên cendermeyê danê sibehê li gundê Sîsê, bi desteka helîkopteran dest bi operasyonê kir.


Di navbera grûba ku nedixwest peyker bê rakirin û tîmên cenderemeyê de arbede qewimî. Grûbê bi kevir û fîşekên hewayî li cendermeyê da. Cendermeyê midaxela kir. Di bûyeran de 2 kes giran birîndar bûn. Ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Licê û ji wir jî rakirin Nexweşxaneya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê. Ji wan kesek digel hemû midaxelayan jî mir. Tedawiya kesê din dewam dike.


Wezareta Karên Navxweyî jî der barê peykerê de agahî dan û wiha hat gotin: "Li gundê Sîsiya Licêya navçeya Diyarbekirê, tîmên me yên cendirmeyan, di 19ê tebaxa 2014an de, serê sibê peyker rakirin."


Li aliyê din li Erziromê, 6 makîneyên kar ên aydiyê şîrketeke xisûsî ya ku ji bo baraja Pembelîkê rê çêdikir, do êvarê ji aliyên mensûbên Pkkê ve hatin şewitandin. Li ser hedîseyê li herêmê operasyon hat rastkirin.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.