Li Meletê 4 Zarok Fetisîn

Li Meletê 4 Zarok Fetisîn

Lı meletê, 7 zarokên ku ‘umrê wan dora 12 salî bû, jı bo hênıkbûnê ketın gola karakayayê, jı wan 4 zarok dı golê de fetısîn. lı ser îxbara fetısînê, ekîba rızgarkırınê baz da hewarê lê dı rê de qeza kır, 3 karkerên rızgarkırınê bırîndar bûn.

Li Meletê 7 zarokên ku ‘umrê wan dora 12 salî bû, ji bo hênikbûnê ketin gola Karakayayê, ji wan 4 zarok di gola Baraja Karakayayê de fetisîn.

Hedîse li mehela Toygarê ya li navçeya Battalgazîyê, di gola Baraja Karakayayê de qewimî.

7 zarokên ku ‘umrê wan dora 12 salî bû, bi bisîkletên xwe çûn ber gola Baraja Karakayayê ya ku 10 kîlometre dûrî navçeyê ye û ketin avê.

Ji 7 zarokan Metîn Bar, Mîraç Ağirdağ, Abdûllah Karadağ û Ömer Karadağ, piştî 15 deqîyeyan di nav golê de wenda bûn.

Zarokên ku ji fetisînê xelas bûn jî, xeber dan gundiyên derdorê. Li ser îxbara gundîyan, cenderme û tîmên îtfaye û AFADê sewkî herêmê bûn.

Ekîb hatin devera bûyerê û cesedên 4 zarokên fetisî derxistin. Merivên zarokên fetisî li ser hedîseyê qrîz derbas kirin.

Li aliyê din wesaîta ku li ser îxbara fetisînê tîma rizgarkirinê ya belediya bajarê mezin dibir devera hedîseyê, di rê de li otomobîlekê qelibî û qulibî. Di qezayê de 3 karkerên rizgarkirinê birîndar bûn.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.