Li Ser Rîya Çinarê Qezaya Trafîkê: 3 Polis Can Dan
Di hedîseya qezayê de 3 polîsên sivîl ên di wesaîta aydiyê Midûriya Şaxa Parastinê de can dan.
Li ser rêya Diyarbekir û Çinarê, li texma beldeya Palûkê otomobîlek bi ser refuja rê re derbasî hêla din a rê bû û li wesaîta polîs qelibî.
Di hedîseya qezayê de 3 polîsên sivîl ên di wesaîta aydiyê Midûriya Şaxa Parastinê de can dan.
Di qezayê de 2 kesên di wesaîta din de birîndar bûn. Li ser hedîseyê gelek ambulans û tîmên tenduristiyê sewkî herêmê bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê. Ji ber qezayê heta çendakî rêya Diyarbekir û Mêrdînê ji çûnûhatinê re hate girtin. Pey xebatan rê hat vekirin.
Li ser hedîseyê lêpirsîn hat destpêkirin.
Dengê Xana Axpar
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.