Li Şirnexê 15 Pkkyî Radest Bûn

Li Şirnexê 15 Pkkyî Radest Bûn

Li gorî beyana Walîtîya Şirnexê hat dîyarkirin ku 15 kesên ku di nava rêxistina PKK/KCKê de fealîyet dikirin, xwe teslîmî miduriyeta emnîyetê ya li deriyê sînor yê Xabûrê kirine.

Li gorî beyana Walîtîya Şirnexê hat dîyarkirin ku 15 kesên ku di nava rêxistina PKK/KCKê de fealîyet dikirin, xwe teslîmî miduriyeta emnîyetê ya li deriyê sînor yê Xabûrê kirine.

Di dewama beyanê de hat îfadekirin ku me’melên kesên teslîmbûyî ji teref meqamên ‘edlî ve tê meşandin û hat ragihandin ku ji 21ê Adara 2013an heta niha, hejmara kesên ji rêxistina PKKê reviyane û xwe li deriyê sînor yê Xabûrê radest kirine gîhaye 257 kesan. Pêr jî dîsa li Şirnexê 6 PKKyî li deriyê sînor yê Xabûrê teslîm bûbûn.

Li aliyê din li Elbaka navçeya Wanê, PKKê diktorekî şirîkê nexweşxaneyeke xisûsî revand û di bedêla wî de pere xwest.

Ji serokatîya serserkanîyê hat dîyarkirin ku PKKê bi wasîteya milîsan, diktorekî şirîkê nexweşxaneya xisûsî revandiye û di bedêla wî de jî milyonek pere teleb kiriye.

 Dengê Xana Axpar

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.