Li Şirnexê otobûs û qamyon li hev qelibîn: 1 mirî, 14 birîndar

Li Şirnexê otobûs û qamyon li hev qelibîn: 1 mirî, 14 birîndar

Li navçeya Qilabana Şirnexê di qezaya ku otobûseke rêwîyan û qamyonek tê de bûn, şofêrê otobûsê canê xwe ji dest da û 14 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, otobûseke rêwîyan a ji Entelyayê ber bi Colemêrgê ve diçû, li qamyoneke ku ji aliyê dijber ve dihat qelibî. Piştî qelibînê, otobûs ji kontrolê derket û piştî ku li banê xaniyekî qelibî, rawestiya.

Piştî xeberdayîna qezayê, ekîbên tenduristiyê, cenderme, îtfaîyeyê û AFAD ji herêmê re hatin şandin.

Li gorî agahiyên destpêkê, di qezayê de 15 rêwî birîndar bûn.

Şofêrê otobûsê S.Y., ku di nav birîndaran de bû û rewşa wî giran bû, digel hemû mudaxeleyên tenduristî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

14 birîndar hêna jî tên dermankirin.

Derbarê qezayê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.