Weqfa Êtîman li Bangladeşê ji bo meha Cotmehê piştgirî dide zarokên êtîm
Weqfa Êtîman alîkariyên êtîm ên meha Cotmehê gihand zarokên êtîm ên li Êtîmxaneya Fesîh Guler Xoce ya li Bangladeşê û yên li herêmê dijîn.
Weqfa Êtîman, ku li deverên cuda yên cîhanê xebatên xwe yên alîkariyê ji bo zarokên êtîm didomîne, li Bangladeşê jî hewldanên xwe yên piştgiriyê didomîne.
Di vê çarçoveyê de, Weqfa Êtîman alîkariyên êtîman ên meha Cotmehê, ku ji hêla xêrxwazan ve hatine bexşandin, teslîmî zarokên li êtîmxaneya ku li Bangladeşê bi navê Fesîh Guler Xoce yê rehmetî hatiye avakirin û her weha li êtîmên li herêmê dijîn kir.
Alîkarî, ku ji bo temînkirina pêdiviyên bingehîn ên zarokên bê dê û bav dibe alîkar, li gorî bexşên ku ji hêla xêrxwazan ve hatine spartin wan, ji kesên hewcedar re hat şandin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.