Mînîbûsek ku karkerên findiqê yên demsalî hildigirt, li qamyonetekê qelibî: 23 birîndar
Li navçeya Şebînkarahîsar a Gîresûnê, mînîbûseke ku karkerên findiqê dibir Meletîyê, li qamyoneteke ji aliyê dijber ve dihat qelibî û 23 kes birîndar bûn.
Qeza, li ser rêya Şebînkarahisar-Derelî, li cihê Deliklitaş a gundê Şaplica pêk hat.
Li gorî agahiyan, mînîbûsek ku karkerên findiqê yên demsalî hildigirt û I.T. diajot, li qamyonetek ku F.O diajot ji aliyê dijber ve dihat qelibî. Ji ber lêdanê qamyonet li kêleka rê wergeriya.
Piştî xeberdayînê ji herêmê re ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin.
23 kesên ku di qezayê de birîndar bûn, tevî ajokarên ku li cihê bûyerê birîndar bûn, piştî midexeleya ewil a li cihê bûyerê, ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şebinkarahisarê re hatin rakirin.
Tê ragihandin ku rewşa tenduristiya birîndaran baş e, û derbarê qezayê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.