
Sizden Gelenler
Menzera Kurdistanê: Roboskî
Di dîroka her qewm û milletî de hinik tiştên bi jan qewimîne yan jî diqewimin ku nayin ji bîr kirin, dibin destan. Û ne di dîroka wî milletî bi tenêde belkî di dîroka beşeriyetê cî digrin. Wek herban, şerên mezin, qetlîam, afatên erdî û semawî û wd. Li ser van gelek helbest û şî’r tên nivîsandin… Dayîk bi nihirînên xwe destanan di hunin… Dengbêj kilaman rêz dikin… ‘Aşiq û mûhîb bi ğezel û beytan di peyîvin… Edîb û hunermend bi qesîde û mersiyan wan payidar dikin û di rêza jiyanê de tehkîm dikin…
Sebeb û netîceyên van bûyeran jî ji bona neslên ku di paş de tên, dibin ders û îbretên bi jan û keder. Çimkî bi ‘eqlê ziwa tenê nayên fêmê.
Welatê meyî Kurdistanê û milletê Kurd jî, weke her milletî hetta belkî zêdetir, di xwe de şahidiya gelek qewimandina dide ku di serê wê de derbas bûye. Jimara navê wan bi tene merev dixe heyret û dehşetê.
Komkujîna ku qewimî bi serê Roboskîyan de jî helqeyek ji vê rêzê ye. Ne a ewil e û li gor ku tê fêmê wê ne a paşî be jî.
Li ser Roboskî gelek tişt hatin gotin. Wê hê jî were gotin û li ser zêde ke. Belê ev gotin tev jî ne dibin derman ji bo mezlûman ne jî dibe qisas ji bo zaliman. Cîhetkî veşartî ku nehêle mesele bi temamî bête fêmê, ku nehêle heqî û neheqî ji hev were veqetandin tune ye. Ehlê wan der û doran bi qaçağî diçin dervê sînor, ji wir malê qaçağ tînin û li welatê xwe pê debara xwe dikin. Ji bera berê ve ev hal di nav wan de rûniştiye. Xelk jî dewlet jî hay ji vêya heye û digel ku bi sala ev tişt tê kirin ‘esker mudaxele bi wan na ke, hetta îzin dide. 28ê meha ewil ji zivistanê, nîvê şeve, artêşa dewletê bi teyarên herbê F16 yan bimbe rijandin ser 36 gundiyên ku bi heywana mal ji bin sînor tanîn û dihatin malê. 3-4 si’etan barandina bimba dewam kir. 34 kes hatin kuştin. Ji wan, 19 heb hê zarok bûn, cesedê hineka jî perçeverçe bû. Di nav tineyî û miûziyê de gundiyan perçê cesedan dan hev, xistin nav kincika. Li cesedan betanî û tejik dan hev, di romoqan de wek ku tu qurmê dara bar bikî wan avêtin ser hev. Yan jî wek hawê ku merev bar li heywana ke wan avêtin ser heywana. ‘Adetî izzet û şerefa însaniyetê hat ‘eciqandin… û bi vî hawayî cesedan birin gund.
Di serê ewil de serekwezîr Erdoğan got “vana fîguranê pkkê ne”. Çimkî li gor îddi’ayê; pkkê ji vî şeklê kaçaxçîtîya gundiya îstîfade kir, ya rastî vî halê wan îstîsmar kir. Mîlîtanê wê di qîyafetê gundiyên qaçaqçî de di sînor de çûn û hatin û muhîmmatên xwe derbas kirin. Hêzên dewletê xwestin bi vê operasyonê derbê li pkkê xe hem jî riya qaçaxçîtiyê li gundiyan bigre. Her çiqas gundî masûm bin jî ji dewletê re kuştina masûma û hetta a ‘eskeran jî ne muhîmme.
Hem hêzên dewletê hem jî hêzên pkkê di qetlîama Roboskî de xweyê curmeke mezinin. Van însanên hamî tam, kirin malzeme, kirin pir, kirin alet ji boy armancên xweyê xwînî. Belê li gor hûqûqa Îlahî jî li gor hûqûqa beşerî jî mesele li rastê ye. Qatil xuyayî, meqtûl jî xuyayî. ‘Eskerê qereqolê, pîlotên jetan, yên ku talimat dan, sazgeha ku talimat jê derketîye tev jî ji ber ku me’lûmin, hukum li rastê ye, gerek derhal were îcra kirin. Bi vî hawayî belkî ew tiştê ku Xweda di îcra a hukma de teqdîr kiriye ji bo mazlûma, wê tecllî bike û gundîyê Roboskî hinkî tesellî bibin.
Tu me’ne tune ye ji birin û anîna meselê bi virde wirde re. Ew çiqas bi xwazin meselê şolî bikin jî carkê dewlet ket dafik a kemînê, îdî nikare xwe paqij bike. Digel ku di ser komkujiyê de salek derbas buye, hêjî dibêje “ez li bende ronîkirina meselê disekinim” tişkî hem ‘eyb e hem qebîh e hem çirkîn e. Li nav çavê meğdûrê Roboskî û temamê însanan dinere û tinazê xwe bi wan dike, wan dixapîne.
Ewê ku li ser vê qetlîamê siyaseta zulmê dimeşînin, bi bahana Roboskî dikanê milletê Kurdê mezlûm bi zor bi wan didin girtin; îstîsmareke dinê li ser milletê Kurd, ji kirinên rejimê qebîhtir e, çîrkîntir e.
Ev tişt ji fitretêye: Ku merev li xwe xwedî dernekeve merivê helak bibe, wê xelk meriv ji xwere bike alet ji bo ku bighêjin meqsedên xwe. Bi rebenî, safîtî û belengazî di nav çeqel û roviyan de jiyana xwe bi urf û adetên dinyayê merev nikare bi meşîn e. Ku du heb wehş şer dikin di nav nigên wan de giya di’eciq e.
Roboskî bi şeklekî kamil bergeha Kurdistanê dide nişandan. Ummet gerek li xwe û li rengên xwe xwedî derkeve.
Destanek dinê di halê hûnandin û rêz kirinê de ye… bi nihirînên dayikan, bi helbestê hunermendan… Roboskî.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.