Mesud Barzanî li Cizîrê beşdariya çaremîn Sempozyûma Melayê Cizîrî bû

Mesud Barzanî li Cizîrê beşdariya çaremîn Sempozyûma Melayê Cizîrî bû

Serokê PDKê Mesûd Barzanî ji bo beşdarî 4emîn Sempozyûma Melayê Cizîrî ya Navneteweyî ya li Şirnexê tê lidarxistin bibe hat Tirkiyeyê.

4emîn Sempozyûma Melayê Cizîrî ya Navneteweyî ku 2 roj in li navçeya Cizîrê ya Şirnexê berdewam dike, bi beşdariya serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesut Barzani berdewam kir.

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî ku ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve ji bo sempozyûmê hatibû dawetkirin, ji Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li navçeya Silopiyê derbasî Tirkîyeyê bû.

Ji aliyê Walî Bîrol Ekîcî, Wekîlê Şirnexê Aslan Tatar, Şaredar Mehmet Yarka û rayedarên parêzgehê ve hatin pêşwazîkirin, Barzanî ber bi navçeya Cizîrê ya ku dê bername lê bê lidarxistin, bi rê ket.

Tedbîrên ewlehiyê yên berfireh ên ku li ser rêyên transîtê yên karwana Barzaniyê ne, bal kişandin.

Barzanî di sermpozyûmê de axavtinek kir û weha got:

“Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Gelek gelek spas ji bo vê pêşwaziya germ. Rojeke gelek xweş e di jiyana min de ku îro li Cizîrê em beşdar bûn di kongreya çarem ya di derbarê Melayê Cizîrî ku ji bo me qutbekî mezin e.

Spasiya cenabê Wezîrê Navxwe, Waliyê Şirnexê, hemû damûdezgehên dewletê li wîlayeta Şirnexê dikim. Spas ji bo parlamenterên birêz, spas ji bo cemawerê vê deverê ji bo wê pêşwaziya germ, spasiya we hemûyan dikim.

Melayê Cizîrî stêrkeke geş e û qet ava nabe, serqafileyê aşiqên riya heq e. Şiîrên Cizîrî qet kevin nabin û her carekê mirov wisa texmîn dike ku nû guhdarî dike. Çiqas bi kûrahî tu biçî nav şiîrên Cizîrî, ew qas zêdetir li Cizîrî nêzîk dibî û heyranê Cizîrî dibî.

Li Tekiyeya Barzan, li hizûra Mewlana Şêx Ehmedê Barzanî berdewam şiîrên Cizîrî dihatin xwendin. Ji bo me derket holê ku çi nêzîkatiyeke rûhî di navbera wan de heye, ji ber ku riya heq û heqîqetê yek e, her wekî Cizîrî kerem dike: "Di esil da ku hemî av e, çi av û çi cemed."

Li gorî wan lêkolerên ku ji bo me diyar kirine, xuya ye Cizîrî di sala 1570 yî de hatiye dinyayê û di sala 1640 î de çûye ber dilovaniya Xwedê, wate 70 sal jiyaye, lê 70 salên tijî xêr û bereket, 70 salên tijî marîfet û zanîn.

Di şiîrên Cizîrî de diyar e ku gelek şareza bûye û bi bandor û musellet bûye li ser zimanên (Kurdî, Tirkî, Erebî û Farisî). Diyar e gelek jî geriyaye ji bo ilm û zanîna xwe, di nav wan cihên ku ji bo me derketiye holê serdana wan cihan kiriye, Amediyê bûye. Li hizûra van hemû zana û pispor û lêkoler û akademîsyenan zehmet e ji bo min ku biçim nav hûrgiliyên Cizîrî, ji ber ku hûn baştir dizanin, lê li gorî nêrîna mutewazi' ya xwe, dixwazim hinek nêrînan di derbarê Melayê Cizîrî bibêjim:

Cizîrî di warê tesewufê de di meqamekî herî herî bilind de bûye, gihîştibû mertebeya (Fenafîllah), li ser wehdaniyeta Xwedê bi zimanekî zelal ji bo me derdixe holê û kerem dike: (Wehdetê mutleq Mela, nûr e di qelban cela / Zora di vê mes'elê, ehlê dilan şubhe ma).

Ezameta Melayê Cizîrî di van çend beytan de derdikeve:

Sirrê wehdet ji ezel girtiye heta bi ebed

Wahid û ferd e bi zatê xwe wî nînin çu eded

Yek e derya tu bizan qenc çi mewc û çi hebab

Di esil da ku hemî av e çi av û çi cemed

Maneya vê gelek mezin e, tenê Melayê Cizîrî dikare vê tebîrê bike û bawer nakim dubare bibe û kes bikaribe vê tebîrê bibêje.

Di warê felsefî de şûresiwarê meydanê felsefî bûye, bi du rêzan baştirîn tebîrê li jiyana mirov dike ku dibêje:

Tu binê mahê new û destê qezayê hey hey

Ne li zer'ê felekê belkî ji umrê me ye das

Kî dikare vê tebîrê bike ji Melayê Cizîrî zêdetir?

Di warê waqîiyet û waqîbîniyê de, dîsa di van beytan de Mela ji bo me derdikeve ku gelek waqîbîn bûye û gelek zana bûye:

Kes bi dada me nepirsit gileh û dad çi kit?

Te nebit dadresek bêhûde feryad çi kit?

Her gil û seng dibitin zêr bi tedbîrê hekîm

Qabiliyet ku nebit hikmetê ustad çi kit?

Kan bi gewher çi bikit gewher eger pak nebit

Tu besîret te nebit sîretê ecdad çi kit?

Dîsa ev ji bo me derdixe holê ku Mela çiqas zana û çiqas mezin bûye. Çiqas derbarê Melayê Cizîrî bibêjin kêm e, lê cihê destxweşiyê ye ku Zanîngeha Şirnexê vê kongreyê kiriye nerîtek û salane dest pê dikin, ev cihê destxweşiyê ye û em pîrozbahiyê lê dikin, lê Mela bi xwe wesfa xwe dike ku dibêje:

Bi dil ateş ji ceger biryan im

Lew perîşan û pur êşan im

Aşiqê nazik û mehbûban im

Tu nebîn bê ser û bê saman im

Gulê baxê Îremê Botan im

Şebçiraxê şebê Kurdistan im

Li cihê xwe ye ku gotina (Xanî)yê mezin (Xanî rabe bîneve rûha Melayê Cizîrî, wê hey bike Eliyê Herîrî.. keyfek we bide Feqiyê Teyran, heta bi ebed bimînin heyran).

Em jî dibêjin Şêxê mezin, Melayê Cizîrî:

Dest hilnagirin ji teleb

Ger me di rê çit ser û tişt

Pişt nadeyn du hezar xencer û tîr û rim û xişt

Me serî daniye rê û bi Xwedê bestiye pişt

Xwedê keremeke mezin ligel we kiriye li vê deverê, Cizîrî li vir rabûye, dîrok li vir çêbûye careke din, ji ber ku wekî Xwedayê mezin di Quranê de jî kerem dike: (Westewet elel Cûdî) gemiya Nûh li vir hate xwarê. Ev ji bo we û ji bo me hemûyan cihê şanaziyeke mezin e.

Di dawiyê de ez dixwazim îşaretê bidim wê guhertina mezin a ku li navçeyê rû daye, pêvajoya aştiyê.

Em gelek kêfxweş bûn ku vê pêvajoyê dest pê kir, em jî dibînin vê carê pêvajo gelek bi rêkûpêkî dest pê kir, ji ber ku milet û parlemento û hemû partî piştevaniya dewletê ne. Li vir ez bi pêwîst dizanim spasiya cenabê Serokkomar birêz Erdogan, dewleta Tirkiyeyê, parlamentoya Tirkiyeyê û miletê Tirk bikim ku deriyê aştiyê vekirin ku baştirîn derî û baştirîn bijarde ye.”

Herî dawîn Barzanî di axavtina xwe de weha got:

“Li vir ez dixwazim bibêjim, em jî bi hemû qeweta xwe piştevaniya vê pêvajoya aştiyê ne û çi ji me were xwestin û di destê me de be, em amade ne. Bi hêviya Xwedê pêvajo digihîje encameke gelek baş, xêr û xweşiyê bîne ji bo me hemûyan.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.