Meydana Şêx Seîd
Navê meydana derıyê çıyê ya ku şêx seîd efendî û rêhevalên wî lê hatıbûn îdamkırın, wek meydana şêx seîd hat guhertın. wekî tê zanîn dı adara 2012an de, komela mustezef-derê, jı bo navê meydana şêx seîd muracaetî beledıyê kırıbû.
Belediya bajarê mezin a Diyarbekirê, navê meydana Deriyê çiyê ya ku Şêx Seîd Efendî û rêhevalên wî lê hatibûn îdamkirin, wek Meydana Şêx Seîd guhert.
Di civîna meclîsa belediyê ya Tebaxê de, guhertina nav hat rojevê û navê Meydana Şêx Seîd bi yekdengî hat qebûlkirin. Wekî tê zanîn komela Mustezef-Dera ku hatiye girtin di Adara 2012an de, serokê kevn ê belediyê Osman Baydemîr ziyaret kiribû û ji bo navê Meydana Şêx Seîd muracaet kiribû.
Serokê komelê yê wê demê Huseyîn Yilmaz weha beyan kiribû:
“Eger wê aştiyeke civakî pêk bê, ev belkî bi Şêx Seîd mumkun e. Lewra Şêx Seîd hem ji bo kurdan hem jî ji bo tirkan bi qedr û qîmet e. Parastina vê hurmetê, ew ê xizmeta aştiya civakî bike û wê gaveke girîng be.”
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.