Muslumanan Serxwebûn Îlan Kir
Lı bakurê efrîkaya navîn, serokcımhûrê kevn û lîderê selekayê da zanîn ku bı armanca pêkanîna ewlehıya can a lı ber jenosîda lı ser xelkê mısluman, dewleteke îslamê ya azad û serbıxwe îlan kırıne.
Li bakurê Cimhûrîyeta Efrîkaya Navîn, li herêma Vakagayê di serokatiya Mîchel Djotodia yê serokcimhûrê kevn û lîderê Koalîsyona Muslumanan a Selekayê de, dewleteke Îslamê ya azad û serbixwe hat îlankirin.
Ji îlana serxwebûnê re sedema ku îmkana jiyana bi hev re ya li Efrîkaya Navîn nemaye hat nîşandan.
Alîkarê serokê yekem ê Koalîsyona Selekayê Nûreddîn Adem, di beyana nivîskî de wiha got:
“Li bakurê rojhilatê Efrîkaya Navîn, ji cimhûrîyeta Efrîkaya Navîn cûda, li herêma Vakagaya 800 kîlometre dûrî Bangûiyê, di serokatiya serokcimhûrê kevn û lîderê Selekayê de dewleteke serbixwe hatiye avakirin ku paytexta wê Bîrao ye. Hikûmeta muweqet ya dewleta me ya azad û serbixwe jî hatiye tesbîtkirin.”
Di beyanê de hat gotin ku serokê hikûmeta muweqet Djotodia ye, Nûreddîn Adem jî wezîrê ku ji parastina mîllî û ewlehiya neteweyî berpirsiyar e.
Her wiha di beyanê de hat îfadekirin ku di demên dawîn de çeteyên fille êrîşî mislumanan dikirin, ev êrîşên jenosîd û hilweşînê bi plan bûn ku filleyan misluman rehîn digirtin, êrîşî camî û mal û qebristan û muqeddesatên mislumanan dikirin. Evana tev jî sedemên jihevqetînê ne.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.