Muxalîf Ketin Herêma Sor

Muxalîf Ketin Herêma Sor

Lı îslamabada paytexta pakıstanê, 50 hezar muxalîf dı serokatıya lîderên muxalîf ên îstîfaya serokwezîr nawaz şerîf dıxwazın de, ketın herêma sor a ku meclîs û serokwezîrî jî lê ne.

Li Pakistanê lîderên muxalîf, dixwazin serokwezîr Nawaz Şerîf îstîfa bike. Ji lew dest bi protestoyan kirine. Nêzî 50 hezar muxalîf li paytext Îslamabadê, ketin herêma sor ku avahîyên meclîs û serokwezîrî jî lê ne.


Mûxalîfan ji îna borî û vir ve li derûdora Îslamabada paytext qamp ava kirine û du roj berê ji bo îstîfayê 48 saet mohlet dabûn serokwezîr. Bi qedîna vê mohletê, muxalîfên ku ber bi merkeza paytextê ve dimeşin, ketin herêma sor ku avahiyên meclîs û serokwezîrîyê jî li wir in. Di heyama ketina herêmê de, pevçûnên biçûk qewimîn û muxalîf rastî tu bergirîyên hêzên ewlehiyê nebûn.


Hikûmeta Pakistanê li herêma sor, bergirîyên ewlehiyê derxistina derenca herî bilind. 30 hezar parêzkarên ewlehîyê li herêmê hatine bicîkirin.


Her wiha hat gotinku 700 esker jî, ji bo parastin û ewlehiya meclîs û Mehkema Qanûna Esasî û avahîyên hikûmetê yên girîng, li herêmê hatine bicîkirin.
Wezîrê karên hundir ê Pakistanê Nîsar Elî Xan, li ser protestoyan beyan kir û îfade kir ku ordî piştevaniya tu kesê nake.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.