Muzakereyên Ji Bo Agirbesta Daimî

Muzakereyên Ji Bo Agirbesta Daimî

Endamê heyeta fılıstînê ya ku jı bo muzakereyan çûye qahîreyê xelîl hayya, beyan kır ku jı ber tewra îsraîla rejîma terorê ya leqokî, muzakere bı encam nabın.

Heyeta Filistînê ya ku ji bo agirbesteke daimî li Qahîreyê muzakereyan dimeşîne, ji bêencambûna muzakereyan, Îsraîla rejîma terorê mesûl dît.


Endamê heyeta Filistînê Xelîl Hayya got ku ji ber tewra leqokî ya Îsraîla siyonîst, muzakere naçin serî, lê hê siûdek heye. Hayya da zanîn ku rejîma terorê di helwesta xwe ya leqokî de bûye pispor, ji ber vê yekê muzakere bi te’b û tîr dimeşîn.


Xelîl Hayya destnîşan kir ku wê ji daxwazên meşrû yên xelkê Filistînê tu tawîzê nedin û hevdîtin bi 4 daxwazên sereke tên domandin ku daxwaz jî ev in:
Bila êrîşên Îsraîla siyonîst bên sekinandin, ambargoya li ser Ğezzeyê daimî bê rakirin, Filistîn xwediyê lîman û firogehê be, hemû heqên xelkê Filistînê yên ku ji wan hatine stendin bên dayîn û Ğezze ji nû ve bê avakirin.


Her wiha Hayya beyan kir ku heyeta Filistînê ya ku ji hereketên Hamas û el-Fetîhê pêk tê, yekîtiya xwe parastiye û îfade dikin ku wê tu lihevkirina ku daxwazên xelkê Filistînê pêk nayne qebûl nekin.


Xelîl Hayya da zanîn ku di heqê deriyê sînor ê Refahê de, ji Misrê sozên erênî hildane û wê lihevkirineke ku hêviyên xelkê Filistînê pêk bîne bê rastkirin.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.