Navê Qada Derêçiyê êdî Qada Şêx Seîd e
Navê Qada Derêçiyê êdî Qada Şêx Seîd e
Navê Qada Derêçiyê ya ku Şêx Seîd û 46 hevalên wî lê hatin bidarvekirin, hat guhartin û bû Qada Şêx Seîd.
Encumena Şaredariya Amedê îro civiya û biryarek girîng da.
Di civînê de encumenê bi tevahiya dengan navê Qada Derêçiyê ya Amedê ya ku sala 1925an Şêx Seîd û 46 hevalên wî lê hatibûn bidarvekirin, guhert û navê Şêx Seîd lê kir.
Biryar bi dengê hemû endamên BDP û AK Partiyan hat pejirandin.
Hemû endamên BDPyî û AKPyî yên encumenê dengê erê dan vê pêşniyarê.
Serhildana sala 1925an a bi rêbertiya Şêx Seîd ji navçeya Pîranê ya Amedê dest pê kir û di demek kurt de li bajarên Çewlik û Elezîzê belav bû.
Lê Şêx Seîd û 46 hevalên xwe di heman salê hatin girtin û li Qada Derêçiyê ya Amedê hatin îdamkirin.
Cîhê gora Şêx Seîd û hevalên wî ji ber ku heta niha arîşeva dewletê nehatiye vekirin, nayê zanîn.
Li gorî dîroka fermî ya Tirkiyeyê serhildana Şêx Seîd “serhildanek olî” bû lê li gorî kurdan ev serhildan ji ber wê derket çimkî komara ku nû hatibû avakirin, mafên kurdan înkar dikir.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.